Çûn erş, hatin ber terkê reş

Encumena Niştimanî ya Sûrîyê berî niha di civîna xwe ya li Stenbolê de daxwazên Kurdan qebûl nekiribû, bawer dikir ku her tişt temam e û wê şoreşa Sûrîyê bêyî Kurdan li dar keve. Lê xuyaye piştre hişê wan hat serê wan, bi hêz û giranîya Kurdan hisiyan û ji xewn xeyalokan veciniqîn.

Belkî bi zor û bi pêşniyaza Amerîka û xaltîka me Hîllary Clînton be, belkî jî birastî Encumena Niştimanî ya Sûrîyê rastîya Kurdan dît û di civîna xwe ya duyem de Kurd li ber dilê wan şîrîn bûn, bûn brayên wan.

Li ser bextê xaltîka me Hîllary Clînton be, dibêjin endamên Encumena Niştimanî ya Sûrîyê li Otêla Bareclo Eresin Topkapi Hotelê civiyane û daxwazên Kurdan ên ji bo beşdarbûna di Encumena Nîştimanî ya Sûrîyê de gotûbêj kirine. Dibêjin piştî lotik û zîtirkên Erebkî, biryar dane ku daxwazên Kurdan qebûl bikin û wan daxwazan di Mîsaka Niştimanî de bi cîh bikin.  

Axir, piştî ku gihane biryarekê, derketine pêşberî çapemenîyê û lotika xwe ji awira gelemperî re eşkere kirine. Berdevkê heyetê Ahmed Ramazan bi dengekî bilind lîland, „kilîlîlîlîlîîîlllî“ û daxuyand ku wê herdu maddeyên ku Kurdan daxwaz kiribûn di Mîsaka Niştimanî de cîh bigrin û ew herdu madde jî ev in:

1-    Wê di destûra nuh a Sûrîyê de nasnama netewî ya gelê Kurd bê naskirin.

2-    Wê pirsa Kurd wek parçeyek bingehîn ji tevahîya pirsa Sûrîyê bê qebûlkirin û li ser bingeha heq û azadîyan bê çareserkirin, wê siyaseta qirêj a ku li dijî Kurdan tê meşandin ji holê bê rakirin.
Ez serê we neêşînim û nekim zebeş û kundir, zor gîzerê radike û heta cîh li van Erebên qûnreş teng nebe, bi qedr û qîmetê Kurdan nizanin. Lê ku cîh li wan teng bû û bê mefer man, ew jî wek Tirkan dest bi çîrokên bratîyê dikin wesselam…

Qamişlo

About The Author