PEVAJOYEK NÛ

 
Kurdistan di nav çar welatên mêtîngehkar de hatiye parçekirin û parvekirin. Pêvajo û şertên wan perçeyan cuda cuda ne. Ji bo Kurdistanek serbixwe di warê sîyasî u dîplomasî de, desthelatîyek netewî, yekîtîyek bi regez pê divê û divê statuyek jî hebe.
Piştî rûxênkirina hikimranîya Baasê li Îraqê, li başûr bi kefteleftî parçeyek Kurdistan hate avakirin.
Wa li Sûrîyê ji Kurd hewl didin ku xwe azad bikin û statuyekê bi dest xînin.
Li warê Ecem hê pirsgirêkên mezin hene û dibe ku rojekê agirê azadîyê dadin.
Mixabin li bakur tevlihevî û astengên kesanedîtî hene û gelek bi zahmete ku tevgera Kurd bi rê keve.
Ew rêxistin û partîyên Kurd yên ku têkve çûne, bi xwe li ser qada tevgera netewî tunin. Yên ku hene jî ji bo hevdu bûne asteng. Mînak wek partîya Öcalan û ya Burkay..
Rêxistina Öcalan wek hêzek tarî ketiye bin bandora dijminên neteweyê Kurd. Burkay jî di van salên dawî de ketiye bin bandora desthilatdarîya AKP û ji bo jarkirina PKK li ber dilê Romîyan gelek ezîz û qedirgiran bûye..
Burkay ji ber pasîvîzma xwe, Ocalan ji bi çalakî û kirinên xwe ked û jêhatîya gelê Kurd kiriye pêlîztik û daxwazên netewî pûç kiriye..
 
Ji ber vî qasî, îro li bakur rêvebirina sîyaseta netewî ne mimkune, derî û rê hatiye girtin. Bi salan gelek qadro, sempatîzan û welatparêzên Kurd hatine xapandin û bê îradexistin.
Rêxistina PKK li warê Ecem û Surîyê bûye şîrikê desthilatdaran û li dijî neteweyê Kurd bi tundî çalakîyan bi kar tîne, karê birakujîyê dike.
Ne mimkune ku rêxistinek vî perçeyî têkilî xebat û çalakîyên parçeyek din bibe. KCK, PAJAK û hwd. Rêxistinên PKK ê bi darê zorê têkilî îradeya gelê Kurd yên parçeyên din dibin.
Ji bo Kurdên bakur pêşveçûyîn û destkeftinên başûr mînakek gelek vekirî ye. Divê têkilîyên welatparêzî çêbikin û rêkek ji bo hevkarî û arîkarîyê vebe. Ne partî û rêxistinên kevn, divê hemû rêxistin, şexsîyet û rîspîyên Kurd bicivin, tevgerek netewî, statuyek netewî û sîyaset û dîplomasîyek netewî biafirînin û bi rêve bibin. Çi çep, çi rast, çi olperest, çi xwedênenas ferq nîne, tev dest bidin hevdu û ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistan xebatekê bikin..
İro dem dema hesapdan û hesapxwestinê ye. Divê kiryarên ne baş û yên baştirîn bên zelalkirin. Yên sûcdar li xwe mikur bên da ku bi bawerîyek nû, bi rihek nû gelê Kurd carek din xwe ji xwelî û şewata xwe ji nû ve biafirîne.
Îro li bakurê Kurdistan tevgera Kurd bi rêk û pêk nîne, ew rêxistin û partîyên ku di nav bûyerê de ne, nikarin pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku hewldanên wan ji bo çareserkirina daxwazên netewî nîne! Ji bo berjewendîyên xwe û komên xwe bûne pêlîstok. Bi wê dûrişma xwe rêvebirina sîyasetê xistine bin pîyan û gelek regezên tevgerê nizm kirine.
Bi wan kiryaran bawerîya gel nemaye.
Pirsgirêk hê mezintir bûne û li nav hevdu qelîbîne.
Rih û hestên netewî û ya rêxistinî pûç û vala bûye.
Ev xirabî ye, ev tasfîyekirin û bêarmançkirina doza netewî ye.
Ewên ku dixwazin sîyaseta rojane di gel hevdu bi rêve bibin, têkilî û danustandinên wan ne pak in; yekîtî û hevparîya wan ne dirust in û bawerîyek xurt nadin gel.
Ji ber van sedemên giring rê û mecal li ber doza Kurd ya bakur hatiye girtin.
Di şert û zirûfên îroyîn de şerê çektarî pirsgirêka Kurd û Kurdistan çareser nake. Ji ber ku li qada Kurdistan gelek hêzên tarî kiryarên xirab dikin, qetlîam û tevkuştinan li dar dixin. Kurd tên kuştin, mala Kurdan tête şewitandin û ji ber wan kiryaran Kurd zilm û tade dibînîn, tên girtin-îşkencekirin, tên kuştin û bi zorê tên koçewarkirin.
Yaboo, kî dike kî dikişîne tu kes pê nizane!
Rewşek wisa û herî xirab…
Min dixwest hin tiştên nû bigota lê mixabin çîya bilind in û rê dûr e, wan nabînim..
Hêvîya min wan qîz û xortan heye.
Ew hêvîya pêşeroja me ne.
Xwezî bi îrada xwe wî barî hildin ser milê xwe.
Û bê minetî…
Rêxistinek-tevgerek nû biafirînin.
Pêwistîya çareserkirina doza netewî ya bakur, konseptek netewî, rêxistinek nû û bi regez, bi rih û hestên netewî divê.
Wekî din hûn nikarin xwe ji dek û dolabên dijmin û lîztokên wan gurên sîyasetê yên berê xilas bikin.

About The Author