PISMAMÊN ME SÎNORÊN ME GUHERTINE

Pismamên me yên Ermenî bi van herdu xweşik û nermikan nexşeya Kurdistanê xemilandine. Bi baldarî min lê mêze kir ku sînorên me berjêr kişandine, li jor ji xwe re ax hiştine ku bibin pardarê me. Ma hûnê di wê axê de bacanên sor, xîyar an zebeşan  biajon bavê min ? Xaka Kurdan ji we re nabe bostan kirîvno!

Erzirom, Erzingan,Sêwas, Agirî û hinek jî xaka me ya Kurdistana Rojhilat ji xwe re hiştine.

Pismamno, bi sê telaqên bêfitû, hûn nikarin bi xweşik û nermikan devê me kefşil bikin û dest bidin ser axa me. Xaka Kurdistanê wilo ne erzane pismam, ku em bi du lêvsorên xweşik ji we re bihêlin. Van roja we hişê xwe tevlihev kiriye çî ye ? Hûn me Kurdan jî dikin berpirsîyarê komkujîya xwe, fedî bikin pismamno, em nebûna Tirkoleran yek ferdek ji we sax bernedidan elawekîl !

Pismamno, rabin rûnên, rojê çar caran şukur bikin ku hûn pismamê Kurdan e. Ku em li  hev bêne xezebê wê bi ser me  de tofan bibare, biaqil bin, dîn nebin û me jî dîn nekin pismamên delal. Şerê Kurdan naşibe şerê tu kesekî pismamên kirîv. Hûn jî nebin şirîşê dagîrkerên Kurdistanê û dev ji dizîya axa Kurdan berdin qurban…

About The Author