Fitûyên odeya razanê

Selefî yê xurufî mele Cemal Merakbî yê Misrî, dîsa lotikek kesanedî avêt û tirrek ji tirra bergîlê mezintir kir. Bawer bikin dengê tirrên wî ji dengê topa qiyametê jî xurttir in. Xwedênehişto her ku fitûyekê derdixe navekî bi dû xwe dixe û ji van model û mankênên doxînsist jî zêdetir di rojevaê de dimîne. Yanî mêrik îş û karê xwe zane, bi wê rîha xwe ya dirêj siyasetek baş dimeşîne.

Selefî Cemal Merakbî, vê care jî zîtirkek di derbarê şîrê jinê de avêt û dîsa ket rojevê. Her ku ji bîr dibe û xelk hew behsa wî dikin, hew we dît Cemal effendi fitûyek qerase derxist û sere xelkê kir şorba kelandî.

Mele Cemal Merakbî, vê care got ku “Jina min ji min berdayî be şîrê jinê li mêrê wê ne heram e, lê ne karekî hêjaye jî” filan û fîstan.

Mele Cemal di nav Erebên qûnreş de bûye wek qirdik û ji ber fitûyên wî yên beredayî xelk henekên xwe pê dikin û car caran jî tilîyan davêjin bin dûvê wî. Lê qûnreşo dîsa jî li ber xwe nakeve û dide lotik û zîtirkan.

Axir, li gora ku mele Cemal efendi dibêje û fitû derxistiye, şîrê jinê li mêrê wê ne heram e, lê ne karekî maqûl e jî. Yanî, hem dibe û hem jî nabe. Fitûya Cemal beg wek lastîkê ye, hûn bi ku de bikşînin bi wir ve vedizile.

Werhasilî kelam, heke hûn dixwazin derza helal û herambûnê bibînin û bibin şagirtên “Fitûyên oda razanê”, herin ber destê mele Cemal bixwînin û bibin alim û zanyarê “Fitûyên oda razanê” wesselam…

Qahîre

About The Author