Weşanxaneyên zimanê kolanan negirtin nav xwe

Li ser bextê gundî û cîranan be, li gora jinkok û mimkok li ser tenûrên Hewlêrê dikin galegal, dibêjin xwedêgiravî îsal pêşangeha pirtûkan li Hewlêrê çêbûye û lotikvanên pêşangehê weşanxaneyên Kurdên bakur, rojava û rojhilat negirtine nava xwe. Dibêjin 330 weşanxane beşdarî pêşangehê bûne û tenê 32 ji wan weşanxaneyên Kurd bûne.

Dîsa dibêjin ku lotikvanên pêşangeha navnetewî ya pirtûkan pêşî weşanxaneyên parçeyên din vexwendine û piştre tilîyek avêtine bin dûvê wan û ew qebûl nekirine, henek û tinazên xwe bi wan kirine. Li ser vê lotika bêîman û ne Kurdewarî, dibêjin xwedîyê weşanxaneyên wek Avesta û Nûbiharê xwe enirandine, xwe aciz kirine û ji başûrekanim dilşikestî bûne.

Axir, li gora gotinên fitne û fesadan, dibêjin pêşevanên pêşangehê qîmetê pênc qirûsên xerabe bi pirtûkên Kurmancî û weşanxaneyên Kurdên parçeyên din nedane û zîtirkek bergîlkî li Kurd û Kurmancî dane û bûne sebeb ku weşanxaneyên parçeyên din dilşikestî bibin û Kurd dîsa li ber çavên hev reş bibin.

Êêêêêêê, ma rewşenbîr û hinek nivîskarên Soranekanim nedigotin „Zimanê Kurmancî zimanê kolanan e, ne zimanê edebî û medenîyetê ye“ (Alîkarê Serokwezîr Erdogan Bulent Arinc jî gotibû zimanê Kurdî ne zimanê medenîyetê ye) canekem?  Ma çi îş û karê zimanê kuçe û kolanan di pêşangehek navnetewî de heye kaka? 

Na na, divê weşanxaneyên Kurdên parçeyên din (yên Kurmancî) qet xwe aciz nekin û dilê xwe ji Soranekanim negirin. Mêrikan berê jî pênc qirûş bi Kurmanc û Kurmancî nedidan û îro jî nadin bavê min. A baş ne xwe muhtacî pêşangehên wan bikin û ne jî xwe li ber wan bikin meymûn û qirdik. Hema di rûn û dohnê xwe de bişewitin çêtir û bixêrtir e û hûn sax…

Duhok

About The Author