2 sal hindik in lê niha îdare dike

Wek hûn zanin, kevne Mudurê Giştî yê Ewlekariyê û wezîrê hundur ê kevn Mehmet Agar, qesasê serê 17 hezar Kurdên faîlî nenas (qesasê wan naskirî ne lê de werhasil) e. Ew yek, dêlika Tansû Çîller dudu û sermezinê Çoban Silo Demîrel sisê. Ji xwe em behsa generalên Ergenekon û sererd û binerd nakin. Ew ji xwe serê rimê ne.

Di dema Çoban Silo, Tansû Çîller û Mehmet Agar de zêdeyî 17 hezar Kurdên welatparêz hatin qetilkirin. Heta îro jî ne AKP û ne jî tu hikûmetên din hesabê wan 17 hezar Kurdên şehîd ji wan dolheraman nekiriye. Lê ji bo endametî û hevkarîya bi mafîyayê re karin wan darizînin û darekî têxin qûna wan.

Dadgeha Bilind 5 sal cezayê ku di çarçoveya doza Sûsûrlûkê de ji bo oxlim Mehmet Agar hatibû xwestin erê kir û da bin dûvê Agarko. Li gora vê lotikê, wê Agarko 2 salan di qulikek hepsê de razê û virde wêde volta û zîtirkan bavêje der û dorê.

Lê ez xwezîya xwe bi çi tînim hûn zanin?

Xwezî ji mîrê keremê re rojek ji rojan ez, Tansûkê, Agarko û Çoban Silo di heman hepisxanê de têketina hucreyekê.  Ma minê tirr ji wan berdaba, hahooooooo bê minê çi virqînî ji wan banîya û heyfa 17 hezar Kurdên şehîd ji wan hilanîya…Lê ka ew roj kaaaaaaaa….

Axir, 2 sal jî 2 sal jin canim, ji tunebûnê çêtir in. De hema bela ev tirr ji wî Agarko re nemabe û wek wan serokên xwe yên Ergenegûyê ketibe hepsê bes e û hew…

Stenbol

About The Author