Tutinkêş

Li Farqîna Amedê camêrek dijî. Ev camêr bi kişandina tûtinê pir navdar e.
Li heremê çûk-mezin her kes wî baş nas dike. Camêr pisporê tûtinê ye.
Ji xeynî kişandina tûtinê, her wiha bi ruh û kezeba wê jî zane. Ji tûtina xursê bigre heta ya Mûşê, ji ya Semsûrê bigre heta ya Meletê ji her celeb tûtin fêhm dike.

Rojekê çend tolazên bajêr ji bo wî bixapînin tên ba hev û li ser lîstikeke xapînok li hev dikin.
Xidir ji her celeb tûtin fêhm dike. Tenê carekê bikşîne nav kezeba xwe û di dixana wê di firnikên xwe re derxe, bes e; zane bê ew tûtin ya kîderê ye û li ku şîn bûye.
Tolazên bajêr jî bi vê yekê baş zanin, lewma jî qederê nîv saetekê serî li hev dikupînin da ku xalê Xidir bixapînin. Lê ev xalê Xidir e, ne zarok e…
“Em çi bikin? Em çi nekin? Em çawa bikin, çawa nekin? Fikreke balkêş tê hişê tolazekî.
Tûtina Semsûrê û ya Licê dixin nav hev, dipêçin û berê xwe didin çayxaneya bajêr.
Xalê Xidir li ser kursîka xwe rûniştîye, çaya wî li ber, kuşkuşa wî ye cixareya xwe dikşîne.
Tolazên bajêr silavekê didin û li dora maseya wî rûdinên.
Piştî ku li hal û ehwalê hev dipirsin û pê ve, çar-pênc kîsikên tûtinê ji bêrîkên xwe derdixin û datînin ser masê.
Di her kîsikekî de tûtina herêmekê heye.
Serîkêşê tolazan ji kîsikê ewil tûtinê dixe nav pelekî cixarê, dipêçe û dide destê xalê Xidir.
Xalê Xidir cixara xwe di nav tilîyên xwe de diedilîne, dibe di nav lêvên xwe de bicîh dike û agir berdide qûnê. Hilmek, du hilm… Dikşîne û berdide, dikşîne û berdide. Serê xwe dihejîne, dibêje, “Ev tûtina Xursê ye.”
Tolazên bajêr li hev dinêrin, serê xwe dihejînin û dibêjin, “Bijî xalê Xidir, te pê derxist.”
Serîkêş ji kîsikekî din tûtinê dixe nav pel, dipêçe û cixarê dide destê xalê Xidir.
Xalê xidir bi heman şêwazê dîsa cixara xwe vêdixe û hilmekê du hilma dikşîne hundurê xwe nava kezeb û gurçikên xwe.
Bi heman bixwebawerîyê serê xwe dihejîne û dibêje, “Xortino ev jî tûtina Mûşê ye.”
Dîsa pê derdixe û tolazên bajêr jê re li çepikan dixin.
Serîkêşê tolazan ji kîsikê sisîya tûtinê dixe nav pelê cixarê, dipêçe û dirêjî xalê Xidir dike.
Xalê Xidir di bin simbêla de dikene û bi qerf dibêje, “Hey min di we kirino! Ma hîn hûn dahwa çi li min dikin. Xêr e, ma hûn qanih nebûn?”
Serîkêşê tolazan dibêje, “Xalê Xidir, em zanin, lê hîn jî hinek heval bawer nakin, lewma wîî!”
Xalê Xidir dîsa wan naşkîne û cixara xwe di nav lêvên xwe de diedilîne û agir bi qûnê dixe. Piştî hilmekê, du hilma, dîsa bi heman şêwaz û bixwebawerîyê dibêje, “Min nîyha we ev jî ya meletê ye”
Tolaz li hev dinêrin û wî pîroz dikin.
Serîkêşê tolazan li hevalên xwe dinêre û destê xwe davêje bêrîka çakêtê xwe ya hundur û cixara ku berê pêçabûn derdixe. Li xalê Xidir dinêre, cixarê dide destê wî û dibêje, “De vê jî pê derxe xalê Xidir. Heke tep ê derxist, ez ê te li pişta xwe kim û di bin te de bikim hîrtehîr 3u bizirim.
Xalê Xidir cixara xwe dixe nav lêvên xwe û dibêje, “Berxên min qey nîyhandina xalê we bi we pirr xweş tê, hihi?”
Serîkêşê tolazan dibêje, “Xalê Xidir soz ev a dawî ye. Heke te pê derxist, dê peyv diqede. Û em ê careke din devê xwe hew li ba te vekin.”
Xalê Xidir, cixara xwe vêdixe û dixana wê di firnikên xwe re dikşîne nav kezeba xwe.
Bi hilma ewil fêhm nake. Hilmeke din lê dixe. Dîsa fêhm nake. Cara sisîya ku hilmê lê dixe, bi awayekî şaş û ecêbmayî serê xwe dihejîne, dibêje: “Weyle ku min di jina Xwedî nîyhî! Ez dikşînim Lîce ye, ez berdidim Semsûr e.”
Dîyarî ji bo Hecîyê Demokratîk Hecî Emer

About The Author