WEY LI HALÊ ME KURDAN

   Doh ez ji kar derketim û çûm bexçe (bexçê min ne çend donim in ha, yanî wek kuna gura ye ha) ku goştê ji doh maye ez bixwim. Werhasil min zikê xwe têr kir û min ji xwe re got ezê herim qehwa mîhelê û çend bîra bi ser goşt de vexwim.

Ez çûm qehwê min dît go rohnîya qehwê tefandîye û herkes bêdeng e.

Kuro ev çi bûye ?

Qehwe tijî ye û li televizyonê dinerin , tu nabê maça Fenerbahçe û Galataseray heye.

Qehwe di destê Kurdan de ye  û tevde Kurd in. Ê go rûniştine jî  tevde  Kurd in. Min çavê xwe gerand ka çend Tirk hene, bes yek Turk di qehwê de hebû. Ewên dîtir tevde Kurd bûn. Wextê gok nêzîkî qelê dibû di qêrîn her wek ku ew bi xwe di hola gokê dene. „Bavêje, ji hevalê xwe re bavêje …Min di te kiroooo, kurê kerêû diqêrîn.

Ez nizanim emê heta kengî tajîyên xelkê bin.????

Denmark

About The Author