BILA BIRÎNA ME SAX BE HELA !

Ku mirov kengî kal û pîr bû ew çax hewcedarî hevûdu dibe. Mêr an pîrek  kîjan bimire, jîyan  ji yê din re dibe dojeh. Bi tenê mayîn weke darek bê pel e, weke teyrek bê ref e.

     Apê Zahir hevjîna xwe winda kir, bi tenê ma. Demek dirêj li ba kurên xwe rûnişt, dît ku bi tenêbûn nabe; rabû li devdora xwe li jinebîyekê gerîya nedît. Çimkî yên devdora wî Tirk bûn, pê qayîl nebûn. Paşê berê xwe da welat çû gundê xwe, li wir bi tenê demek jîya. Temen gihîşte  75 salî, îcar serê wî diêşîya, vegerîya hat ba kurê xwe ku biçe doktor hela çi bûye.

Doktor lê mêze kir ku temarên mejî xitimîne, derman dayê. Em pê hesîyan apê Zahir hatîye, em çûn serdana wî.

   Min pirs kir “ Apê Zahir, waye tu bi tenê hatî, ka amojina me ? Ma me bihîst tu zewicîbû.

  Min birîna apê Zahir tevda, axînek kişand û got “ Tu bise, ev derman serê min sax bike ezê yekê  bedew bigrim û werim hûn jî bibînin.

 Min got “ Apo yên bedew hene gelo ?

Got “ Erê weleh pir bedew li bajarê me hene “ 

Kurê wî bi ken got “ Ê bavo ma qey ew bêxwedî ne ? Ma niha xwedîyên wan hene ne wilo?

    Apê Zahir got “ Na lawo ez wexta diçim bajêr mêzebdikim, jinên bedew bi tenê digerin, ku xwedîyê wan hebûna çima bi tenê digerîyan ? “ Em bi kena ji xwe ve çûn werhasil.

   Wek vê meselê, dewletên dagirker zanin em Kurd bi tenê ne, lewma li  me zordestîyê dikin.Hinek Kurdên Kemalîst jî kirine hevkarên xwe, bi destê wan birîna me yekcar kûr dikin. Erê erêêê, em bê xwedî ne, bêxwedîtîyê li  me  nekin oxlimmm. Hindik ma em birîna xwe sax bikin, hela hûnê bi ku de birevin,  konê Kemalîzmê jî hilweşîyaye, êdî  nikare li we starîyê jî bike !…

About The Author