Serok Barzanî û rola wî

Di Rojhilata Navîn de du pirsgirêkên mezin, du pirsgirêkên ku serê dewletên herêmê û dinyayê dêşînin hene. Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistîn. Her çiqasî mesela Filistînê heta berî çend salan gavekê li pêşîya mesela Kurd bû û di qada navnetewî de di rêza pêşîn de bû jî, lê îro mesela Kurd zêdetir di rojevê de cîh girtiye û ketiye pêşîya mesela Filistînê.

Destpêkirina “Bihara Erebî” û pê ve girêdayî rûxandina rejîmên li Tûnis, Misir û Lîbyayê, berê bayê Bihara Erebî da Sûrîyê û bi vê ve girêdayî jî mesela Kurdên Sûrîyê doza Kurd û Kurdistanê geştir kir. Rûxandina rejîma malbata Esed di rojevê de ye û bidestxistina mafê Kurdan jî (çi muxtarîyek be, çi federasyon be) dîsa rojeva herêmê germ kiriye. Azadbûna Kurdistana Sûrîyê dibe pêngavek ji pêngavên yekîtîya Kurdistana mezin û ev jî helbet çavê dewletên dagîrker ditirsîne, tirsek mezin dixe dilê wan. Bi taybet dewleta Tirk û dewleta Îranê di nava vê xof û tirsê de ne. Îran bi çek û leşkir piştgirîya rejîma Esed dike, Tirkiye jî dixwaze hefsarê mixalefeta sûrîyê têxe destê xwe ji bo ku pirsa Kurd li Sûrîyê çareser nebe, çareser bibe jî wek li Tirkiyê bûye bi hinek gavên piçûk çavê Kurdan bigrin û bidestxistina mafên mezin wek federasyonê bincil bikin. Çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Sûrîyê tê wateya ku wê dor bê ser Kurdên Tirkiyê û Îranê û di encama van çareserîyan de sînor û rê ji yekîtîya Kurd û Kurdistana mezin re vebe yan jî bê vekirin. Ji xwe di proje û stratejîya mezin a Amerîkayê de kêm zêde hinek nîşanên vî tiştî derdikevin pêş. Şoreşên li Tûnis, Misir, Lîbya û niha jî li Sûrîyê, ji bo têkbirina rejîmên totalîter û demokratîkkirina herêmê ye. Di demokratîkkirina herêmê de jî bê guman cîh û rê li ber Kurdan jî tê vekirin û wê Kurd di demokratîkkirina herêmê de rolek mezin jî bilîzin.

 Kurdistana federa îro pêşkêşîya demokrasîya li herêmê dike. Dewlemendîya petrola Kurdistanê, pêşketina aborî, avadanîya modern, têkilîyên dewletên dinyayê, vekirina balyozxaneyên dewletên dinyayê, bike neke giranî û girîngîya başûrê Kurdistanê zêdetir dike û pê ve girêdayî jî rola serok Barzanî jî mezintir û girantir dike. Kurdistan êdî di nav dewletên dinyayê de tê binavkirin û serok Barzanî jî hem wek serokê Kurdistanê û hem jî wek siyasetmedarekî payebilind rola xwe dilîze, wek kesayetîyek pêbawer tê hezkirin û qebûlkirin. Û hetta di gellek çapemenî û çavkanîyan de serok Barzanî wek serokê temamê Kurdan hat û tê destnîşankirin. Amerîka, dewletên rojava, dewletên Asya û Rojhilata Navîn êdî di qad û meqamên herî bilind de pêşwazîya serok Barzanî dikin, wek serokê dewletek fermî rêzê jê re digrin û li gotinên wî guhdar dikin. Kesên ku hetanî doh jê re digotin serokeşîr, îro wî wek serokê Kurdistanê, wek serokê dewletekê qebûlî meqamên xwe dikin. Ev jî nîşana vî tiştî ye ku serxwebûna parçeyekî Kurdistanê nêzîk e û ne dûr e.

Serok Barzanî, wek ku ji destpêkê de kiriye, di mijara rastî, heq û hiqûqê Kurd û Kurdistanê de îro jî xwedîyê gotinên xwe ye. Di mesela Kurdên rojava de bi peyamek pir vekirî, eşkere û têr wate xwedî li Kurdên rojava, li heq û hiqûqê wan derket. Serdana wî ya li Tirkiyê di rojeva siyasî de pir hat nîqaşkirin. Hem rola wî, hem jî pesnê wî û serokatîya wî bû mijarên rojeva Tirk û Kurdan. Barzanî li Tirkiyê peyamek pir vekirî û eşkere da Tirk û Ereban. Got Li Sûriyê miletek heye, heq û hiqûqê wî heye. Di çarçoveya rêbazek bê şîdet de ji bo bidestxistina mafên Kurdên Sûriyê çi pêdivî hebe, emê wê bikin”. Barzanî herweha Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê wek temsîlkarê Kurdên Sûrîyê qebûl kir û bala mixalefeta Sûrîyê kişand ser vê mijarê. Bi van gotinan hem peyamek da Tirkiyê ku siyaseta derbarê Kurdên nava xwe îxracî Sûrîyê nekin, hem jî peyamek da Encumena Niştimanî ya Sûrîyê ku dev ji gotinên sivik, gotinên ne demokratîk û lîztikan berdin û ji Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê pêve têkilîyê bi grûpên din re daneynin. Ev hem peyamek mêrane û hem jî peyamek Kurdistanî bû.

Di dawîyê de dixwazim bêjim ku kesayetên mîna Mesûd Barzanî karin di çareserkirina pirsgirêkan de rolek erênî û rolek temsîlkarî bilîzin. Her çiqas hinek alî ji roja roj de li dijî serokatî, rol û temsîla wî derketin û derdikevin jî, lê îro em karin bêjin ku serok û temsîlkarekî Kurdan heye ku dewletên dinyayê wî qebûl dikin, lê guhdar dikin û kare di qada navnetewî de nûnertîya Kurd û Kurdistanê bike.

Helbet ew jî Mesûd Barzanî ye…

About The Author