Haşimî lotikek li Mamo xist

Wek hûn zanin, Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî, ji ber zilm û gefên Nûrî Malikî reviya û hat li Tirkiyê bi cîh bû, bû koçer û penaber. Dema ku li Kurdistanê bû, serok Barzanî xwedî lê derket, ew parazt û ew radestî qûndeyê Malikî nekir. Ji ber vê, Haşimî rêzek mezin ji serok Barzanî û helwesta wî ya Kurdayetî û mirovatî re digre.

Tariq Haşimî, di derbarê dadgehkirina parêzer û zêrevanên xwe de axivî û got ku îfadeyên wan bi darê zorê, di bin êşkenca zebanîyên Nûrî Malikî de hatine girtin. Haşimî gotin anî ser piştgirî û xwedîlêderketina şexsê wî û got: „Binerin cîgerim, serok Barzanî di vê pêvajoya dijwar de piştgirîyek mezin da min, xwedî li min derket, ez radestî wî bêbavê Malikî nekirim. Lê mixabin mamê me Talabanî wek serok Barzanî piştgirî neda min, ji xwarina goştê elokan pêve tiştekî din nedihat bîra cenabê wî. Ma law elok ji min çêtir û qîmettir bûn? Ma qedrê min wek qedrê elokekê jî li cem mamo tunebû baba“ û derd û gazindên xwe anîn zimên.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, Tariq Haşimî lotikek bêîman li mamê me Talabanî xist û xwarina goştê elokan lê kir jehr. Îcar piştî vê lotikê wê mamê me xwedî li alîkarê xwe derkeve yan na, aha ez wê nizanim wesselam…

Stenbol

About The Author