Nasnameya Tirko li xalê me Anter nehat

Kurê nivîskar û ronakbîrê Kurd Mûsa Anter, Anter Anter (67) piştî 43 salan nasnameya Tirkiyê wergirt û ji kêfan re da lotikan. Lê xuyaye nasnameya dewleta Tirko li xalê me Anter nehat û ji wî hez nekir. Êêêêêê, dibêjin ê go here masîyan delinga wî şil dibe qurban. Ji alîyekî de jî xalê me Anter misteheq e. Ê law ma piştî vî emr û temenî, çi îş û karê te bi Fenerbahçe û Galataquzê kerê heye bavê min? Ma kalemêrekî wek te yê maç û fûtbolê ye? Law tu kurê Mûsa Anter î, ji dêvla go tu bidî dû şopa bavê xwe, ji dêvla go tu li qesasê bavê xwe bigerî û heyfê hilînî, tu diçî maça Fenerbahçe û Galatasarayê. Ê helbet wê diz û çeqel pare û nasnameya te bidizin bavê min, ma çûna maça Fenerbahçe û Galatasaray erzan û belaş e cîgerim, ma bê bedel e?

Werhasil, dibêjin dema xalê me Anter çûye maça Fenerbahçe û Galatasarayê (bi xwe evîndarê Fenerbahçe ye), hinek qûnekan xelîlka wî (qewlikê pareyan) tev li pare û nasnameya wî dizîne û ew şût û rût kirine. Xalê me Anter piştî go mace terk dike, dest davêje bêrîkê lê bêrîkek vala, ne pare hene ne jî nasname. Rebenê xalê me tî û birçî bi peyatî berê xwe dide male û bêhn lê diçike.

Li gor galegal û gotinên ser tenurên Stenbolê, dibêjin xalê me Anter dîsa serî li dezgehên dewletê daye da ku nasnameyek nuh, nasnameyek “gicir gicir” bidin wî.

Ê de nasnameya te ya nuh li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be xalê Anter. Lê vê carê hay ji nasnameya xwe hebe qurban. Tu vê carê jî nasnameya Tirko bidî dizîn yan wenda bikî, belkî tu 43 salên din jî nasnameyê nestînî ellahwekîl.

About The Author