HEMA TE DERÎYÊ SARINCOKÊ VEKIRIBA

Du kes di heman demê de dimirin, ruhê wan li asîmanan digehe hev û ji xwe re sohbetê dikin.

Yek ji yê din re dibê:

–  Sedema mirina te çi bûûûûûû?”

Ew jî dibê :

–  Ez ji qehran mirim !

–  Kuro mirov çawa ji qehran dimire ?

–  Ez ji te re bêjim, mirov çawa dimire.

–  Min şik dibirin ku dostikê jina min heye. Min li ber veda, şevekê min dît vaye yek çû mala me. Min xwe panzdeh deqîkan girt ku ez wan di rewşa xirab de bigirim. Min derî vekir ez ketim hundur, jina min rûse/şipil tazî di nav cîhan de cilên dostikê wê jî li wir in, derî û pencere jî ji hundir girtîne. Min li mitbexê nerî kes tune, li serşok û avdestxanê nihêrî kes tune, binê nivînan, li kulînê geryam min kes nedît. Min li jinikê jî xist wê jî negot û ez ji qehra nedîtinê beecîm û mirim.

Mirîyê din dibê:

-Malnexirab, hema te derîyê sarincokê/sarkerê vekiriba. Ne ez dimirim ne jî tu….

About The Author