Hin li gel û hin li dij

Belê, piştî ku xalê me Kemal Bûrkay namzetîya xwe ya jib o serokatîya Hak-Par ê eşkere û êlan kir, Hak-Par bû wek tenûre germ. Niha tenure Hak-Par ê sincirî ye, hinek li gel û hinek jî li dij serokatîya xalê me Bûrkay nîqaş dikin.

Axir, li ser bextê rojnama Rûdaw ê be, li gora lotikvanên Rûdawê dibêjin, kekê me Bayram Bozyel di vê derbarê de gotiye: “Ev bû du dewr ku ez serokatiyê dikim û dema min tije bû. Pêdivîya me bi serokekî nû hebû. Kek Kemal jî bi me re axivî û xwest ku di vê demê de rolek çalak bilîze. Di nava partiyê de hinek kesan xwestin ku Bûrkay wek kesekî bêalî yê ji derveyî mekanîzma partiyê, kesekî ku karibe herkesî hembêz bike bimîne . Ez jî wisa difikirîm, lê wî serokatîya giştî xwest û me jî biryar da ku em piştgirîya wî bikin.” Li gora van gotinan kekê me Bozyel jî nedixwest ku xalê me Bûrkay bibe serokê Hak-Par ê. Lê dilê xalê me Bûrkay nehiştiye û gotiye “de xem nake cîgerim” filan û bêvan.

Cîgirê serokê Hak-Par ê xalê me Îbrahîm Kureken piştgirî nedaye serokatîya Bûrkay û ji lotikvanên Rûdawê re gotiye: “Binerin qurban, ez li dijî serokatîya kek Kemal im. Min ev nerîna xwe di civînekê de, ku ew jî amade bû, anî zimên. Sedema dijberiya min ewe ku ez bawer nakim serokatiya Bûrkay karibe partiyê mezin bike.Ti helwestek min li dijî kesayeta wî nine. Lê ez fêm nakim ku piştî 30 salên li derveyî welêt Bûrkay vedigere û çima dixwaze bibe serokê partiyê? Herwiha rexneyên min li helwesta Bûrkay a siyasî jî hene, lê ez naxwazim niha ji raya gîstî re bêjim. Dibe ku ez piştî kongreyê rexneyên xwe eşkere bikim.”

Ez sere we neêşînim û nekim wek dahola Hak-Par ê, xalê me Îbrahîm Kureken fêm nake ka çima piştî 30 salên derbederîyê xalê me Bûrkay vedigere û dixwaze bibe serokê Hak-Par ê!?

Birastî ez jî fêm nakim ellawekîl..

Gelo hûn fêm dikin?

Yanî hûn bawerin ku wê xalê me Bûrkay piştî 70 salîya xwe karibe Hak-Par ê xurt bike û tenûra wê bisincirîne?

Enqere

About The Author