Petrola Kurdistanê bûye bela serê Kurdan

Kurdistan mak û xezîne petrolê ye. Di Rojhilata Navîn de welatê herî dewlemend Kurdistan e, petrola wê ye, zêrê reş e. Di serî de Ingilîzan ji bo petrolê Kurdistan parçe kirin,  piştre jî dewletên dagîrkerên Kurdistanê li ser vê xezîna giranbiha rûniştin, Kurd û Kurdistan dagîr kirin û bi xêra petrola Kurdistanê bûn mirov, dewlemend bûn û hîna jî dibin.

De binerin bê dewleta Îranê salê çend milyar dolar ji petrola Kurdistanê qezenc dike.

Li gora ragihandina rapora Banka Navendî ya Îranê, hikûmeta sofîk û melayên Tehranê di salekê de ji îxracata – firotina- petrola Kermanşahê 110 milyar dolar qezenc kiriye. 110 milyar dolar!? Û petrola kê? Petrola Kermanşahê, petrola Kurdistanê.

Û Kurd jî bela xirrê xwe bifirkînin, bela zarokên wan ji birçîna xirrê hev bimijin.

Îcar hûn fêhm dikin bê çima dagîrkerên Kurdistanê naxwazin Kurdistanê ji destê xwe berdin ne?

Law ma ev çi edalet e, çi insanetîye ya xweda!

Kurd di welatê xwe de birçî û tazî ne, dijminên wan jî bi petrola wan dewlemend dibin.

Weyla ez di wilo edalet û mafê mirovan de bimîzim erê welle û hew…

Mahabad

About The Author