Aferîn xalê Salih aferîn!

Serokê PYD û şandeya pê re ji bo hevdîtina serok Barzanî çûn başûrê Kurdistanê. Heyeta PYD bi serokatîya Salih Mislim Mihemed serdana gora Mistefa Barzanî yê nemir kir, fatîhayek li ser ruh û canê û wî xwend û di axavtina xwe de serok Barzanî wek „Bavê gelê Kurd“ bi nav kir.

Xalê me Salih Mislim Mihemed, lotikek pîroz avêt, bejna xwe li ber serok Mistefa Barzanî tewand û soz da ku hetta tevahîya gelê Kurd azad bibe ewê tekoşîna xwe bidomînin.

Kuro aferîn ji bejn û bala te re xalê Salih, her bijî lo!

Bi namûsa mêrê çê, îcar kêfa min ji te û vê lotika te ya pîroz re hat. Bavê gelê Kurd Mistefa Barzanî!!!!

Kuro ma di dinyayê de ji vê gotinê xweştir gotin heye? Ma ji xeynî Mistefa Barzanî, ji xeynî Barzanîyan, kî kare bavîtîyê ji Kurdan re bike?

Kuro tu her bijî û hew xalê Salih!

Lê hay ji xwe hebe xalê Salih, piştî van gotinên te yên pîroz, generalên Qendîlê guhê te nekşînin qurban?

Ê de haydê, „Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey xalê Salih Mislim!“

Qamişlo

 

About The Author