47 salîya Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê

47 sal berê, roja 11 ê Tîrmeyê, li Diyarbekir, rojek xweş, rojek vekirî û rojek geş… Germa Diyarbekir ya havînê; dilê me 5 kesan ji bona azadî û otonomiya welatê me yê bindest, Kurdistana birîndar germ kiribû. Em bawer bûn ku emê di wê rojê de, li ser wê axa pîroz gavek dîrokî bavêjin ku rih û giyanên Şêx Seîd Efendi, Xalid Begê Cibrî, Seyid Rizayê Dêrsimî û bi hevalên xweyên cennetmekan ve, di wê rojê de bi vê gava me ya pîroz û giring xweş bibin, şad bibin.

Serê sibê siet li 09.00 ê, li Derê Çîyê 5 xortên Kurd yên xwenda û xwenas li Faytonekê siwar bûn, berê xwe dan Derê Mêrdînê. Di Derê Mêrdînê de çûn Koşka Gazî (Gazi Köşkü). Gava ku ji Faytonê peya bûn; gotine paytonajo: “- piştî 2 sietan vere me ji vêderê rake.”

Her wek ku em 5 heval vê roja xweş, vê roja geş, ji bajêr derketine ger û seyranê. Pêşî çûn derketine Köşka Gazi Mustefa Kemal li Koşkê geriyan. Ji bo ku kesek şibheyek ji wan nekin, li dorûberê koşkê zivirîn û berjêr bûn, hatin li benda zeviyek, li binê darek çinarê ya sedsale rûniştin.

Seîd Elçî ji hevalên xwe Şerefeddîn Elçî, Emer Turhan, Dervîş Akgül û Şakir Epözdemîr re ev mijar vekir. Behsa ehemûyet û gringiya vê gava ku emê niha sond bixwin û bikevin binê barekî giran kir. Wek ku ewî pêşengê ezîz îşaret kir, ev yek fedekariyek wisa bû ku divê em bizanin em ji bona milet û welatê Kurdistanê, xwe feda dikin. Lê divê ku me xwe di korayîyê de winda nekira. Divê ku me xwe biparazta ji bo bighana armancê. Armanca me kifş bû, daxwaza me kifş bû û ew armanc hêja bû ku em ji dil û can bikevin binê vî barê dîrokî, insanî û millî.

Şerefeddîn Elçî parêzer bû. Programa partîyê bi Av. Faiq Bûcaq û Av. Kemal Badillî ve hazir kiribû. Vî hevalê hêja jî di warê qanûnên cezayê de behsa sivikkirina cezayê kir. Li gora ku Şerefeddîn Elçî beyan kir û tê bîra min, programa partî federalî nedaye pêş, otonomî daye pêş, ew otonomî jî nêzîkî federalîyê ye, lê gava em li ser vê programê bêne girtin emê di şûna ku 15 salan razên, wê mehkemeyên Tirkan ji salek heya 3 salan bikaribin me ceza bikin.

Derwêş Akgül jî di warê wergerandina programên KDP’yên İraq û Sûrî de çend tişt gotin, behsa xebata xwe kir. Emer Turhan jî li ser pêwîstîya vê rêxistinê çend hevok gotin û min bi wê sonda ku wek helbest hazir kiribû û bi navê xweda û hesreta hemû şehidên ezîz û navdar xemilandibû, pêşî sond xwar û wan hevalên hêja jî yeko yeko da sondê. Piştî sondxwarinê, li ser xebatê, sererastkirina dawîya dawî ya program û nizamnameyê û çend tiştan me biryar dan û di warê rêxistinê de hema di wê sietê de berê min dan herêma Sason, Hezzo û Bayîkan.

Paytona me hat, em siwar bûn, bi hevre çûne restorantek ku deriyê wê li ser cada İzzet Paşa vedibû û ne xelet bim navê wê Bulwar bû.

Ew eşq û heyecan û hewes weke ku 74 salî me, niha jî dil û mejîyê min dijenînê. Eynî heyecan niha jî bi min re heye. Dilê min germ e wek wê rojê. Kurdistan şiyar bûye. Perçeyek ji çaran yek bûye dewlet. 47 sal berê General Mela Mistefa guman û hêviya me xurt dikir, niha Serokê Dewleta Federal ku bi yekdengi hatiye bijartin û bijareyê hemû bijarteyan e, cenabê Mesûd Barzanî bi eşkerayî dibêje “- Geli kurdan! Yekîtiya xwe xurt bikin ez li pişta we me.”

Ji ber vê ez gelek xweşhal im, kêfxweş im û şikirdar im ku xwedayê gewre û miradbexş aqil dide Kurdan, doza Kurd û Kurdistanê bi alema dinyayê dide pejirandin û vê sedsala 21 ê ji me Kurdan re miyesser kiriye û dike. Xweda hevalê me ye, serok li pişta me ye, dinya li benda me ye.

Ez wek damêzrênerek Partiya Demoqrata Kurdistana Tirkiyê di 47 salvegera vê rêxistinê de hemû dilxwazên vê partîyê pîroz dikim û serkeftinê ji hemû tevgerên Kurd re daxwaz dikim. Bi rêz, bi hirmet, bi hîvîya yekîtîya Kurdan li ser xetek Kurdewarî Û KURDİSTANÎ.

 

Şakir Epözdemir

Lêkolinêr – Nivîskar

hesinker@gmail.com

Rojeva Kurd

About The Author