XALÊ MÎRO DERKET HOLÊ, LI SER XÊRÊ BE

lLi ser bextê fitne û fesadên  televizyona Haberturkê be,  xalê me Mîr Dengir Firat di bernamê de lotikên Kurdewarî avêtiye. Bajo Xalê Mîr bajoooo, hol fireye ji hespa te re!

Xalê Mîro gotîye “ Yên Leyla xanê rexne dikin ne wan û ne jî zarokên wan  bi qasî wê êş ne kişandine. Leyla xan bi jîyanê bi êşê fêr bûye. Ji ber wê ye, Leyla xan bi cesaret tiştê ku kesî nikaribû bianîya zimên gotiye.“

Haaa ji bîr nekim !

Xalê Mîro belavoka ku ji bo piştgirîya Leyla xanê jî îmze kir û di nav refê xwe de cîh girt.

Xalê Mîro behsa  gelek tiştên girîng kiriye û dibê “ Ku hûn rewşa Ocalan bînin bi mesela Kurdan ve bikin, hûn nikarin çareserîyê bibînin. Çimkî ev tê hesabê her kesî û dikin mahne ji bo neçareserîyê. “

Elawekîl rast gotîye.

Xalê Mîro dibê “ PKK nikare sîyasetek legal bişopîne, çimkî ev zerengîya wan tune. Ew ji xeynî çek tiştekî nizanin. Ji bo sîyaseta legal aqil, ceribandin û feraset hewceye û ew jî tune.”

Ji gotina rast re şirove ne hewceye .

Xalê Mîro di dawîyê de mirkutek jî li serê dewletê dixe “  Dewletê ev kir mahneya nedayîna mafê gelê Kurd . Bi vî awayî dayîn û nasandina mafên bingehî û azadî  paşda avêtin.”

Li ser vê axivtinê ez hinek fikirîm û gehîştim vê encamê : Kurd hêdî hêdî  pêvajoya  netewebûnê temam dikin, çalakên Kurdan jî dixwazin tevî doza Kurdistanê bibin. De bila her Kurd bi rengê xwe di vê têkoşînê de cîh bigre, govend giran be xweş e ne wilo?

About The Author