Jinên BDP serê xalê me Kaplan xwar!

Xalê me Hasîp Kaplan ji ber pitepita jinên BDP ji wekîltîya serokatîya grûpa BDP îstîfa kir. Li şûna wî wekîlê Bîngolê Îdrîs Balukan hat bicîhkirin.

Roja Sêşembê li bajarê Mêrdînê civîna BDP çêbû. Di civînê de kiryarên sala par û polîtîkayên pêşerojê hatin nîqaşkirin, xeletî û şaşîtîyên wekîl û berdevkên partîyê di rûyên wan de hatin gotin, civîn wek tenûra gund germ û sincirî.


Li gora ku sîxurên me ji nava BDP ragihandine, dibêjin wekîlên jin ên BDP, di civînê de bi nikilan bi nav serê xalê me Hasîp Kaplan ketine, çend ta porê ku mabûn jî weşandine û bi tundî çûne ser wî, ew rexne kirine. Dibêjin xalê me Kaplan hew debar kiriye, ji „pitepita“ jinên BDP re gotiye „Êdî bes e“ û dev ji erka „wekîltîya serokatîya grûpa partîyê“ berdaye û salon terk kiriye.

Ez serê we neêşînim, xalê me Hasîp Kaplan êdî ne wekîlê serokatîya grûpa BDP ye gelî xwendevanan. Yanî terfîyên wî jê hatine stendin û ji „çawîştîyê“ bûye „onbaşî“.

Ê de derbasbûyî be xalê Hasîp!

Enqere

About The Author