Dermanê Kurmancî û nexweşîya Nûrî Çelîk

Xortê germik û nermik, kilê çavê keçên 70-80 salî, qerasê zilaman û bavê Xelîl û Alan nivîskarê me Nûrî Çelîk, hinekî nexweş e.

Ev serê salekê ye doktor, profesor, cin û pîrebokên Swêdê nikarin teşhîsek aqilane ji nexweşîya wî re deynin, hem ew hem jî Nûrîyê me maye halekî heyirî. Hinek doktoran gotiye „4-5 gurçikên te zêde ne“, hinek doktoran gotiye „Welle û bille dilopek xwîn di laşê te de tune, ev dilê te çawa dixebite cîgerim“, hinek doktoran jî gotiye „Ne em, ne DNA, ne tehlîlên laboratûran û ne jî fal û sêhrên qereçîyan di nexweşîya te de dernaxin, em tiştekî ji vê quzilqurta nexweşîya te fêhm nakin babam“ û cêrek ava cemidî bi serê nivîskarê me Nûrî Çelîk de rijandine.

Nûrîyê me jî hingî aciz dibe, bilêta xwe dibirre, li balafirê siwar dibe û dibê „Ev doktorên Ewrûpî tu gûyekî nizanin, a baş ezê herim ser doktorên welêt û vê kulê ji dilê xwe derxim“ û xwe li Batmana xopan datîne.

Nûrîyê me li Batmanê diçe ser doktorên herî baş. Tehlîlên wî digrin, dişînin Enqere û Stenbolê. Lê doktorên Batmanê jî tiştekî ji vê malmîrata nexweşîya wî fêhm nakin.

Dimîne çi?

Dimîne textor û hekîmên Kurmancî, dermanên Kurmancî.

Nasekî wî dibêje: „Pismam, profesorekî dermanên Kurmancî heye, ya baş em serî li wî xin, sedî sed ewê çareserîyekê ji nexweşîya te re bibîne qurban“ û diçin cem wî pisporê dermanên Kurmancî.

Pisporê dermanê Kurmancî dermanekî dide Nûrîyê me.

Nûrî jê dipirse: „Ezbenî, ev çi derman e, baş e, xirab e, garantîya wî dermanî çiye qurban?“

Pisporê me dibê: „Qet dengê xwe neke, ev derman ji Ewrûpayê ji min re hatiye, nexweşîya ku rehet neke tuneye“.

Nûrîyê me dikene û dibê: „Tew mala minê, kuro va ez ji Ewrûpayê hatime cîgerim, heke ev derman li Ewrûpayê hebûya çi îş û karê min li vir hebû bavê min“ û dajo ser.

Axir, pisporê me îcar reçeteyek Kurmancî ji Nûrîyê me re dibêje. Dibêje: „Hinek hejîrên hişk, hinek mewîjên hişk, hinek rûnê malê û hinek tiştên din li nav xe, qenc bistrê û rojê 2 kefçîyan bixwe, yek û yek e. Di nava mehekê de emê tirrê ji nexweşîya te berdin ellahwekîl“ û dilê Nûrîyê me xweş dike.

Piştî ku Nûrîyê me vê reçetê bi kar tîne, êdî haletê nav şeqê wî dest bi xurê dike, serî radike û doza hinek tiştan li Nûrîyê me dike. Xuyaye pisporê me di şûna dermanê nexweşîyê de „macûna qiwetê“ daye Nûrîyê me.

Ez serê we neêşînim, niha nivîskarê me Nûrî Çelîk dev ji nexweşîya xwe berdaye, îcar li çareserîya haletê nav şeqê xwe digere. Rebeno di navbera Xelîl û Celîl de maye. Ji alîyekî nexweşî û ji alîyê din serhildana haletê wî.

De ka şîretekê li Nûrîyê me bikin qurban, gelo bila Nûrîyê me çi bike?

Haletê xwe di qurmik de jêke, bi çakûçan li nav serê halekê xwe xe, yan hefsarê wî berde?

 

Batman

 

 

About The Author