Seloyê me dîsa lotikek ecêb avêt

Balkêş e, Kurdistanek serbixwe û yekgirtî ne di bîra tu siyasetmedarekî  BDP de ye. Îstîsna qaîdeyê xira nake, lê piranîya lotikvanên ku îro di rêveberîya BDP de cîh digrin, paraztina sînoran ji xwe re kirine armanc. Ji generalên Komara Qendîlê bigrin heta bi başçawîşên BDP dev ji siyaseta Kurdistanek serbixwe berdane û “Xweserîya Demokratîk” ku di lîteratûrê de tu mane û wateyek wê tuneye, diparêzin.

Werhasil, em nedin dû çîrok û çîvanokan û li lotikên serokê BDP kekê xwe Selahattîn Demîrtaş binerin.

Seloyê me ji rojnamevana Tirk Ezgî Başaran re axivîye û aqil daye dewleta Tirk, tasek zêrîn daye serê Erdogan. Ji dêvla ku Seloyê me federasyon, serxwebûn yan jî otonomîya Rojavayê Kurdistanê biparêze û xwedî lê derkeve, rabûye gotiye: “Binerin qurban, heke hûn dixwazin Rojavayê Kurdistanê wek “Herêmek tampon a ewle û pêbawer” bibînin, bi PKK re li dora masê rûnên” filan û fîstan.

Hûn zanin bê wateya van gotinan çiye ne?

Aha ev e:

“Binerin oxlim, heke hûn naxwazin Rojavayê Kurdistanê federasyon an serxwebûna xwe bi dest xe, heke hûn dixwazin ew herêm wek herêmek tampon ( ji bo sînorê Tirkiyê û Sûrîyê bê paraztin) a ewlekarîyê bimîne, bi PKK re li dora masê rûnên, bi hevre şêwr û mişêwrên xwe bikin û rê li ber parçekirina sînoran bigrin, nehêlin Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bibin yek parçe” filan û bêvan.

Ez bi xwe gotinên Seloyê me wilo fêhm dikim.

Gelo hûn çi ji gotinên wî derdixin qurban?

Ê ji xwe „Xweserîya Demokratîk a Qendîlê“ ji bo yekîtîya Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûye „herêmek tampon“. Êdî erd here ezmanan heta Xweserîya Demokratîk a Qendîlê hebe Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nikarin bibin yek. Ne PKK dihêle, ne Tirkiye dixwaze û ne jî sofîk û melayên Tehranê dixwazin.  Rojavayê Kurdistanê mabû va Seloyê me jî aqil dide dewletê û dibêje „Rojavayê Kurdistanê jî bikin herêmek tampon“ û dixwaze yekîtîya serxet û binxetê jî têk bibe.

Werhasilî kelam, xaltîka me Leyla Zana bilasebeb nedigot „Erê BDPî lotikên Kurdî davêjin, lê mejî û ruhê Kurdayetîyê bi wan re tuneye“ wesselam…

Stenbol

About The Author