Xalê me Osman dîsa qiyamet rakir

Şaredarê Amedê, qehremanê çar gurçik, boxê beranan xalê me Osman Baydemîr, dîsa lotikek Kurdistanî avêt, toz û dûman bi ser siyaseta Tirkiyê xist û xwe kir benîştê devê çapemenîya Tirko.

Xalê me Osman, destê xwe li masê xist û got: „Binerin cîgerim, gelê Kurd statuyek îdarî û siyasî dixwaze. Yek rê tenê ji me Kurdan re maye babam, di erdnîgarîya Rojhilata Navîn de, wek ku li Iraqê bûye, wê li Îranê jî Kurdistanek xweser çêbibe, wê li Tirkiyê jî Kurdistanek xweser çêbibe û wê li Sûrîyê jî Kurdistanek xweser çêbibe. Wê paytextên Kurdistanên xweser Qamişlo, Hewlêr, Mahabad û Amed bin“ û hefsarê hespê xwe berda.

Osman Baydemîr, lotikek bêîman li serokê BDP Selahattîn Hevîrtaş jî xist, çewalek Kurdewarî xist serê Seloyê me û bêyî ku nav bide got: „Welatê ku dibêje bi dewletên cîran re „sifir“ pirsgirêkên me hene, çawa kare di bin navê „herêmek tampon“ de polîtîka dagîrkirinê bimeşîne? Ev çi cînnet e? Heke mebest û tirsa we Kurdên rojava bin, başe hûnê bi 20 milyon Kurdên xwe re çawa bijîn oxlim?“ û pêde çû.

Bi kurt û Kurmancî; xalê me Osman hem lotikek li dewleta Tirko û siyaseta wê ya dagîrkir xist, hem jî bêyî ku nav bide çewalê „herêma tampon – ku Selahattîn Hevîrtaş aqil dabû dewletê û gotibû bi PKK re rûnên û herêmek tampon ava bikinxist serê Selo efendî.

Gotina xweş xweş e lo, hema derew be jî gotina xweş xweş e wesselam…

Amed

About The Author