Mala xwedê ava, ew jî gihan heqê xw

Bi şoreşa serkeftî ya li Misrê re meydan fireh bûye, wek herkesî sofîk jî gihane heqê xwe û vêga ew didine lotikan.

Îcar ji bo ku bi rehetî lotikên xwe bavêjin û mirîdan zêde bikin, jinên Misrî kanalek televîzyonê ya bi navê ”Maria” vekirine. Min bihîst ku di vê kanala nû de tenê jin kar dikin. Ew hem li pêş kamera ne, hem li paş.

Ê de îcar were û xwe bigre!

Kêfa min hat, bi xewn û xeyalên şil û şêrîn ez bezîme ber televizyonê û piştî kefteleftek du saetan, min kanal peyda kir. Min çavên xwe beq kirin, lê xwezî min nekiriba. Ez ji nişkê ve recifîm. Heçî dihat û diçû cilê wan reş; te ne didît jin e, mêr e, bacana reş e, kundirê boyaxkirî ye çi ye.

Min rabû li ser navê Lotikxanê ji Fatim xatûna kanalê re telefon vekir û pirsî bê ji bo çi wan di şûna televîzyonê de radyo nevekirine.

Wê got:

”Pepû, pepû li min qirikê! Dengê jinan di radyo de dikare seksî were û mêr wêneyên heram bînin ber çavên xwe. Lê bi xêra van çarşefan çaxê mêr li me dinerin ji tirsan tu fikr û xeyalên heram nakin”.

De em çi bêjin. Hema xwedê me ji we bihefizîne, peşkên we negihîne sofîkên me û hew….

 

 

About The Author