Surprîza kekê me Ehmed Denîz

Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw ê be, dibêjin Berdevkê Peywendîyên Derve yê PKK kekê me Ehmed Denîz, ji  Rûdawê re gotiye; Binerin cîgerim, pêngava nû ya ku şerê li Zagrosê dest pê kiriye, li ser bingeha enî girtin û mana li wan cîhan e. Di çend rojên pêş de surprîzek me heye. Wê serhildanên gel dest pê bikin. Armanca me jî girtina çend navçeyan e û wê gerîla jî li wan cîhan bimînin“ filan û bêvan.

Wey xwedê dengê te bibihîze kekê Ehmed!

Ma em naxwazin hûn çend navçeyan ji bin destê dagîrkeran rizgar bikin? Belê welle û bille em dixwazin!

Lê ez meraq dikim keko, di 1992 heta 1994an hema bêjin bakurê Kurdistanê hatibû rizgarkirin. Lê kesekî behsa herêmên azad, navçeyên rizgarkirî nekir. Hûn dev ji herêm û navçeyan berdin, gundek jî nehat azadkirin.  Ma piştî 10 salan bidestxistina navçeyan hat bîra we qurban?  Yan morîka xewê xistibûn guhên we?

Werhasil, a bi xêr çi be xwedê wê bike rebbî…

Hêvîdarim ne tenê navçeyên Şemzînan û Colemêrgê, temamê navçe û herêmên bakurê Kurdistanê bên rizgarkirin…

Mexmûr

About The Author