Gerîlla qûş li rayedaran teng kir

Li Şemzînanê şerê di navbera artêşa dewletê û gerîllayên PKK de zêdeyî 2 hefteyan ajot. Herdu alîyan digot “Me tirr ji yê din berda” û pesnê xwe didan. Tew ji xwe dewletê diçirand û diçirvirand, digot “Me 115-120 terorîst kujtine” û “Me herêm ji terorîstan safî kiriye” filan û fîstan. Lê xuyabû ku ne rast e û herêm ji gerîlla nehatiye safîkirin.

Serokwezîr Erdogan jî berî demekê gotibû “Bi sê telaqên jinberdanê me herêm ji terorîstan safî kiriye û artêşa me paşde vegeriyaye”. Û dîsa berî çend rojan lotikek li çapemenîyê û patronê çapemenîyê xist û got: “Binerin oxlim, ez ji çapemenîyê û patronên wan gazinddar im, ji wan aciz im. Êdî bila helwesta xwe eşkere bikin, yan divê hevalbendên vî milletî bin (yanî milletê Tirk) yan divê hevalbendên terorîstan bin. Êdî bêbendî û reformîstî nabe” filan û fîstan.

Lê xuyabû ku hasil gihaye Mûsilê, gerîlla terka herêmê nekiriye, rêyan kontrol dike û ji çawîş û başçawîşên dewletê re dibêjin “Hodrî meydan”. Tew ji xwe îro karwanê parlamenterên BDP rawestandin, parlamenter bi halla halla, bi def û zirne ew hembêz kirin, wek hecîyên ku kevirê Kabeyê maç bikin ew ramîsan û girêza devê wan herikî.

Werhasilî kelam, gerîllayên me rêyan kontrol dikin, roj li nîvro trimbêlan didin sekinandin û ji dewletê re dibêjin “Bi wê de herin lan” û hebûna xwe ya li herêmê îspat dikin.

Û rayedarên dewletê?

Ew jî li ser kursî û doşekan gunikên xwe difirkînin, xirrê xwe diteqînin, xwe û xelkê bi derew û xeyalan dixapînin û siyaseta xwe dikin.

De xwedê kerîm û rehîm e…

Amed

About The Author