DÎSA BÊHNA GENÎ TÊ !

Xalê Zahir va pîreka wî Cemîle xwestin biçin serdana lawê xwe yê li Tekirdaxê leşker. Xaltîka Cemîle mirîşkek ser jê kir, di rûn de sor kir, qatme û borek çêkir. Ku lawê wî pir jê hez dikir mast jî parzîn kir, xiste qabekê. Demsal havîn e, li otobusê siwar bûn ji Mûşê bi rê ketin. Çûn lawê xwe dîtin, kesera dilê xwe vemirandin.

Xaltîka Cemîle xwarinên bi xwe re biribû bi kurê xwe da xwarinê, lê mast ma kurik nexwar. Germê li mast xist, mast genî kir. Xaltîka Cemîle û xalê Zahir ji bo vegerê dîsa li otobusê siwar bûn.  Ew mastê di qabê de, di otobusê de danî refika hember û hat li cîhê xwe rûniştin. Di bin wê refikê de yekî kal rûniştîbû.

Otobus bi rê ket, bêhna mastê genîbûyî rêwîyên otobusê nerehet kir. Yekî gazî destyar (mawên) kir, got “ Ji vir bêhnek genî tê, gelo ji kî/kê tê ?

Destyar çû ji wî kalê di bin mast de rûniştî re got “ Xalo,  ew bêhna genî ji lingên te tê, ka were peyabe lingê xwe bişo

Kalo got “ Law weleh bileh lingê min bêhn nade, ez rojê  pênc cara destnimêjê digrim wî

Neçar peyabû lingê xwe şûşt û cardin hat li otobusê siwar bû. Xalê Zahir fêm kir ku mast genî bûye lê êdî lê nebû xwedî û mukir nehat. Otobus demekê bi rê de çû, cardin bêhna genî hat, dîsa gilî kirin. Otobus sekinî cardin kalo peya kirin û lingê wî dane şûştin. Werhasil ji Stenbolê heta Mûşê Kalo belkî deh cara peya kirin lingê wî bi zorê dan şûştin. Kalo wexta li garajê peya bû, ji ajovan re got “ Ez di otobusa we de birîm, we min bela sedem gelek aciz kir lo “ werhasilî kelam…

Bi rastî van rojan dîsa bêhnek genî me hemûyan aciz dike. Hûn xwe bişon neşon ev bêhna genî tê, bûyera Dilokê dibe ku Taq-Tîq be !..

About The Author