Bavê xelkê bûne xulamên xelkê

Wek di Tewrat, Incîl û Quranê de jî tê gotin, Adem û Hawa li herêma navbera çemê Dîcle û Feratê, ango li Kurdistanê afirî ne û bihuşta ku behsa wê tê kirin, Kurdistan bi xwe ye. Kurdistan bi xwe ye ji ber Adem û Hawa li bexçê bihuştê hatine dinyayê. Û li gora ku mirovatî û medenîyet bi Adem û Hawa dest pê kiriye, hûn bixwazin nexwazin Kurd bavê mirovatî û medenîyetê ne, Kurdistan jî mak û dayîka mirovatî û medenîyetê ye. Mirovatî ji Kurdistanê belavî dinyayê bûye û ziman jî dîsa ji zimanê Kurdî (bi taybet zimanê Kurmancî) şax û perên xwe berdane.

Axir, mijara me li ser zimanên „ARΓ û bingeha vî zimanê qedîm bû.

Heta niha li ser bingeha zimanê ARÎ gellek tişt hatin nivîsandin, gellek lêkolîn û çavkanî hatin pêşkêşkirin. Di wan lêkolîn û çavkanîyan de her çiqas niştimanê zimanê ARÎ „Kurdistan“ dihat qebûlkirin jî, lê dîsa jî hinek şik û guman di serê zanyar û lêkolîneran de dihişt. Di wan lêkolînên zanyarî û arkeolojîk de 2 tez, 2 dîtin derdiketin pêş. Li gor dîtina yekem,  zimanê ARÎ ji derûdora bakurê Derya Hazar ê belavî Awrûpa û Hindistanê bûye. Û li gor tez û dîtina duyem jî, zimanê ARÎ berî 9 hezar salan ji alî gundîyên derûdora çemê Dîcle û Feratê (yanî ji alî Kurdan ve) belavî Awrûpa û Hindistanê bûye. Zimanê ARΠkok û maka zimanê Ingilîzî, Almanî, Kurdî, Spanyolî, Îtalî, Portekîzî, Fransî û 450 ziman û dîyalektên   din in ku îro li dinyayê 3 milyar mirov pê diaxivin.

 Kovara Scîence di hejmara xwe ya vê dawîyê de dawî li şik û gumanên di serê xelkê de anî, lêkolîn û çavkanîyên herî dawîn weşandin û destnîşan kir ku bingeha zimanê ARÎ ji „herêma navbera çemê Dîcle û Feratê“ belavî dinyayê bûye. Di vê derbarê de ekîp û tîma Zanîngeha Aûckland a Zelanda Nû, lêkolînek berfireh kiriye û gihaye rastîya ku êdî bê şik û guman bingeha zimanê ARÎ ji herêma navbera Dîcle û Feratê (ji Kurdistanê) belavî Awrûpa û Hindistanê bûye.

Serokê ekîp û tîma Zanîngeha Aûcklandê Quentîn Atkînson, di derbarê lêkolîn û çavkanîyên xwe de xwe net û zelal kiriye, şik û gumanên heyî ji serê xwe avêtiye, bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye „Êdî bela kes xwe nexapîne, mak û bingeha zimanê ARÎ Kurdistan e. Zimanê Kurdî dayika zimanên ARÎ ye, Kurd bavê dinyayê û Kurdistan jî dayika dinyayê ye“ û wek pizotê êgir sincirî ye.

Werhasilî kelam, Kurd bavê dinyayê, Kurdistan dayika dinyayê û zimanê Kurdî jî kok û maka zimanê ARÎ û zimanê 3 milyar mirov e. Lê mixabin ev Kurdên ku mirovatî û şaristanî ji dola wan ketiye û medenîyet bi avika wan geş û şên bûye, ji xwe re zelqan û ji xelkê re hêkan dikin. Ji xwe re kûsî û ji xelkê re masîyan digrin.  Xizmeta berjewendîya her milletî dikin, lê ji xwe re kor û nezan, xeşîm û xwelîliser in, dijminê berjewendîyên xwe yên netewî ne. Kurdên ku ji kerên herkesî re dibin kurtan û bi navê bratîyê berjewendîyên xwe yên netewî belaş difroşin xelkê, şût û rût, şilfî tazî li kerên xwe siwar dibin, pirê caran jî peya, bê sol û pêlav xelkê li xwe siwar dikin. Tew ji xwe bi navê çepîtî û bratîya îslamê morîka xewê xistine guhê xwe, perda xewn û xeyalên bê tefsîr kişandine ser çavên xwe û li ber dergehên şêxên sexte zikran dikin, bi surê dikevin.

Aha em Kurd ev millet in keko!

Em bavê dinyayê ne lê em xelkê ji xwe re dikin bav!

Em dayika dinyayê ne lê em xelkê ji xwe re dikin dê!

Zimanê me mak û koka zimanê 3 milyar mirov e, em bi zimanê dijminê xwe diaxivin, bi destê xwe zimanê xwe asîmîle dikin, bi destê xwe zarokên xwe dikin Tirk!

Gelo ji me Kurdan pê ve tu milletên ewqas xwelîliser, qedirnezan (qedrê xelkê pir zanin) û dijminê koka xwe hene!?

 

About The Author