Erdogan pirsa Kurd safî kir!

Me digot qey bi rastî wê Kasimpaşalî Erdogan hinek tiştan ji Kurdan re bike û gunehê 80 salî ji stuyê dewleta Tirkiyê derxe der. Lê xuyaye „Kurmê şîrî heta pîrî“ ye, ne Tirk mejîyê nîjadperestîyê ji serê xwe davêjin û ne jî heta bi mirinê hebûna Kurdan qebûl dikin. Gotin û lotikên wan tenê siyasî ne, derewên wan ji hilbijartinê heta hilbijartinê ne û tenê xapandina Kurdên xwelîliser e.

Kasimpaşalî yê ku li Amedê li himber milyonan kes hebûna pirsa Kurd qebûl kiribû (gerçî Çoban Silo, Dêlika Çîller û Mesût Yilmaz jî heman derew kiribûn) û digot „Ezê tirê ji mesela Kurd berdim û çareser bikim“, îro tifa xwe dalêse û dibêje „Min pirsa Kurd safî kiriye oxlim, êdî tiştekî bi navê pirsa Kurd nemaye lan“ û dide lotikan.

Cîgerim Erdogan di kanala CNN Turk de çend lotik û zîtirkên Kasimpaşalîkî avêtin û hebûna pirsa Kurd înkar kir, pirsa Kurd dîsa bi hebûna terorê û PKK ve girêda.

Law cîgerim, hey xwedê kumê Çoban Silo li serê te kiro, dezgehên Îstatîstîkê yên dewleta te dibêjin li Tirkiyê 22-23 milyon Kurd dijîn, te çawa pirsa 22 milyon Kurd safî kiriye oxlim? Te ji TRT6 ê pê ve çi daye wan? Ma te di makzagonê de ziman û nasnameya wan qebûl kiriye? Bila 2 milyon kes deng bidin BDP û PKK, lê ew 20 milyonên din?

Axir, Kasimpaşalî Receb jî wek her serokwezîrî toqa naletê ya „Dewleta kûr û Ergenekona kûr“ xistiye stuyê xwe.

Esasen divê meriv heq bide Erdogan ha, ma go PKK PKK bûya, ma go PKK birastî jî doza mafê Kurdan bikira û doza millet û welatekî nekira bi qurbana berjewendîyên xwe û serokê xwe, wê kesên mîna Erdogan karîbûna bigotina „Pirsa Kurd tuneye?“

Mixabin ji derveyî PKK hêz nemane, hêzên mane jî bûne wek pisîkên ser sergoyan, xwedê jê razî be PKK jî dev ji Kurdistanê berdaye û bi „Teorîyên Dûran Kalkan abêmiz“ dixwaze Rojhilata Navîn û piştre jî Afrîka, Amerîka û Asyayê rizgar bike.  

Ê ma mafê Kasimpaşalî Receb tuneye ku bêje „Pirsa Kurd tuneye“ babam?

Ma Kurdên gunikreş mane heta go Kasimpaşalî pirsa Kurd çareser bike?

Ruha

About The Author