Ê de bûyrin qereqole efendim!

Li ser bextê esrarkêş, eroînfiroş û zinêkarên bajarê Amedê be, dibêjin Dadgeha Giran di derbarê rêvebirên PKK û Hizbûllah ê de biryara lêgerînê derxistiye. Dibêjin wêneyên wan rêvebirên qerase li ser kaxez û pankartan xistine, li kuçe û kolanên bajêr daleqandine, dane rojnameyan, tika û rice ji wan rêvebiran kirine ku “werin û li dadgehê îfada xwe bidin” filan û fîstan.

Werin û îfada xwe bidin kuro!

Li vê ecêbê, li vê karesata kesanedî!

Kuro oxlim, ma rêvebirên du rêxistinên qerase wek PKK û Hizbûllah ku MÎT, ÎT, ÇEQEL û KEFTARên we li wan digerin, wilo bi rehetî û serbestî karin bên dadgehê û îfada xwe bidin hi? Ma ev lîztika zarok û marokan e sayin hakim û dozgeran? Ma dadgehên we ciyê lîztina dama û satrancê ne ku hema serok û rêvebirên rêxistinan bê tirs bên îfada xwe bidin?

Îcar di lîsteya dadgehê de kî heye û kî tuneye?

„Murat Karayılan, Rıza Altun, Osman Öcalan, Selahattin Çelik, Duran Kalkan, Ali Tekbakar, Zeki Öztürk, Şeyhmus Yiğit, Burhan İlik, Hasan Atmaca û berpirsiyarê eskerî yê Hîzbullahê Haşîm Alabalik“ filan û xeftan.

Wey wey wey wey….!

Hinek ji wan li Qendîlê ne, hinek li başûr û rojhilatê Kurdistanê ne, hinek li Ewrûpa û Îskandînawya ne, ma law hûn heqê bilêta çûn û hatina wan jî nadin sayin hakim û dozgerler? Hinek ji wan ên ku ez nas dikim, heqê pakêtek cigare di bêrîka wan de tuneye, ma çavê we lê ye fanêre û derpîkên xwe bifroşin ji bo karibin heqê bilêta xwe bikirin û bên îfada xwe bidin?

Na na, wilo nabe cîgerim..

Kesek bi vê lotika fissekî nayê xapandin.

Haaaa, hûn dixwazin birastî ew rêvebir bên û bi awayekî azad îfada xwe bidin, hesabê lotikên xwe bidin we?

Wê gavê efûyek giştî derxin, wî barê qantiran ji ser pişta wan bavêjin, barê wan sivik bikin û bêjin “Ê de bûyrin efendim bûyrin”..

Heke wî çaxî ew rêvebir nehatin û îfada xwe nedan qereqol û dadgehên we, ez wek Esrarkêş Ehmê kefîl im û xelas….

Amed

About The Author