Çewalek pîvaz xelat!

Artêşa Azad a Sûrîyê ji bo girtin yan kujtina Beşar Esed 25 milyon dolar xelat dide. 25 milyon dolar ha! Hûn 25 milyon dolar bi serê xwe dakin xilasî lê nabe ellahwekîl.

Axir, piştî xelata Artêşa Azad a Sûrîyê, Artêşa Azad a Lotikxanê jî biryar da ku xelatekê ji bo girtin yan kujtina Beşarko bide.

Xelata me çiye?

Çewalek pîvaz!

Niha hûnê bêjin ma çewalek pîvaz jî xelat e oxlim? 25 milyon dolar li kuuuuuuu û çewalek pîvaz li ku!?

Lê hûn şaş in, hûn xelet in.

Pîvazên Lotikxanê ji dolaran girantir û şîrîntir in. Her pîvazek me berberî hezar dolarî ye. Hûn sibê, nîvro, êvarî bixwin jê têr nabin.

Werhasil, heçê Beşarko bi saxî yan kujtî radestî Artêşa Azad a Lotikxanê bike, bi soza mêrên berê emê çewalek pîvaz bidin wan. Hûn dixwazin pîvazên spî, hûn dixwazin pîvazên sor…

About The Author