Stranbêja germik û nermik a Tirk Bulent Ersoy xanim, hevpeyvînek daye rojnama Haberturk ê û çend lotikên wek xwe germik û nermik avêtine.
Xanima çiryayî û diryayî Bulent xanim, di derbarê pirsgirêkên Tirkiyê û pirsa Kurd de li dijî şer û kujtinê derket, aştî û çareserî xwest. Xanima ku berî niha jî gotibû “ger kurê min hebe ezê neşînim eskerîyê”, dîsa li gotinên xwe xwedî derket û got: “Welle yabo ji min re ferq nake, ha li Oslo, ha li Izmîrê, ha li Bûrsa û ha li ezmanê heftan, bila ev pirsgirêk çareser bibe qurban, li ku dibe bila bibe wî” û pêde çû.
Werhasilî kelam, heke siyasetmedarên Tirkiyê jî wek xanima germik û nermik dilxwazê aştî û çareserîyê bûna, bawerim wê mesela Kurd ji zû de çareser bibûya.
Ê de xwedê xêra Bulent xanimê di deftera xwe de binivîse û li bihuşta rengîn 71 Nûrîyan bike qismetê wê rebbî…
Bûrsa


Bi Fotoşopê estetîk kirin lê dîsa jî nebû
Xameney jî pê girt
Ji serî de pê girtin, îcar wê dawî çawa be kes nizane