Lotikvana germik aştîyê dixwaze

Stranbêja germik û nermik a Tirk Bulent Ersoy xanim, hevpeyvînek daye rojnama Haberturk ê û çend lotikên wek xwe germik û nermik avêtine.

Xanima çiryayî û diryayî Bulent xanim, di derbarê pirsgirêkên Tirkiyê û pirsa Kurd de li dijî şer û kujtinê derket, aştî û çareserî xwest. Xanima ku berî niha jî gotibû  “ger kurê min hebe ezê neşînim eskerîyê”, dîsa li gotinên xwe xwedî derket û got: “Welle yabo ji min re ferq nake, ha li Oslo, ha li Izmîrê, ha li Bûrsa û ha li ezmanê heftan, bila ev pirsgirêk çareser bibe qurban, li ku dibe bila bibe wî” û pêde çû.

 Werhasilî kelam, heke siyasetmedarên Tirkiyê jî wek xanima germik û nermik dilxwazê aştî û çareserîyê bûna, bawerim wê mesela Kurd ji zû de çareser bibûya.

Ê de xwedê xêra Bulent xanimê di deftera xwe de binivîse û li bihuşta rengîn 71 Nûrîyan bike qismetê wê rebbî…

Bûrsa

About The Author