TU FILÊ KÎDERÊYÎ?

Hemo Kamek ji başûrê Kurdistanê ji gundê Kamekan e. Hemo pêşmergeyek qehreman, henekvan, hazircewab û bê tirs e.

Rojekê Hemo Kamek ji bo karekî dixwaze derkeve hizûra General Barzanî, wek adetê li serê her pêşmergeyî dersok heye. Li başûrê Kurdistanê tenê filehan kumê bê dersok datanîn serê xwe.

Hemo Kamek jî tenê kumek li serî derdikeve hizûra Barzanî. Barzanî dema wî bi kum dibîne, dibê qey file ye û jê re dibê: Tu filehê kîderêyî?

Hemo Kamek dibêje: Ezbenî ez filêhê Kamekê me.

Barzanî hemî gundên Kurdistana başûr bihost bi bihost nas dike û dizane li Kamekê fileh nînin. Û ji Hemo dipirse ma li Kamekê fileh hene?

Hemo : Ez benî te got  tu filêhê kîderêyî, te ne got tu xelkê kîderêyî! Lewma min got ez filehê Kamekê me.

Barzanî ji wêrekî û hazircewabbûna Hemo heyret dimîne û wî dike pêşmergeyek nêzîkî xwe û bawerpêkirî. Hemo di nav pêşmergeyan de dibe kesayetîyek berbiçav û piştî wefata General Barzanî jî, dibe pêşmergeyê bijartî yê Kek Mesûd.

Di dema Kek Mesûd de Hemo Kamek dîsa henekên xwe didomîne,  yek ji wan jî ya jêrîne.

 

ME JINÊN XWE PERITANDIN

 

Piranîya pêşmergeyên bijarte yên bawerpêkirî di demên xweşîyê de li malên xwe dimînin. Heryek ji wan li cihekî ji hev dûr dimînin. Yek ji wan jî Hemo Kamek e.

 

Kek Mesûd dixwaze ji bo karekî girîng biçe cihekî, xeberê ji bo wan pêşmergeyên bijarte dişîne ku filan rojê li Masîf hazir bin. Pêşmerge tên lê karek yê muhîmtir derdikeve û Kek Mesûd wan şûnde dişîne.

Ew rewş çend caran dubare dibe.

Carekê dîsa Kek Mesûd gazî wan dike û hemî li masîf dicivin.

Hemo Kamek bi dengek bilind ji Kek Mesûd re dibêje: Mesûd, emê biçin an naçin? Me hal di jinên xwe de nehêla, hercarê me got ev cara talîye, me ew peritandin, me ew dirandin.

About The Author