Kasimpaşalî hûr lêxist û kûr lêxist

Belê, kongreya 4 an a partîya AKP çêbû û dê weledê xwe avêt.

Di kongreyê de serokê AKP Kasimpaşalî Receb dest bi lotikan kir, behsa dinya û axretê kir, behsa welatên sererd û binerd kir û qirik li xwe qetand. Di kongreyê de gellek serokên welatên cuda beşdar bûn û yek ji wan jî bêguman Serok Barzanî bû.

Werhasil, di kongreya AKP de çend biryarên girîng hatin girtin, gellek soz û moz hatin dan û serê hefsarê AKP hat berdan.

Di nava lotik û biryaran de 2-3 biryarên balkêş hene.

1-Wê astengên li ber siyasetê bên rakirin, wê astengên li ber damezirandina partîyan bên rakirin. Wê astengên li ber beşdarbûna siyasetê bên rakirin.

2- Çi dibe bila bibe, qiyamet jî rabe, wê makzagonek nuh bê amadekirin.

3- Wê di hiqûq û dadmendîyê de guhertinên baş bên çêkirin. Wê mehkûm karibin bi jin û pîrekên xwe re bên cem hev (mehkûman kêf kir ellahwekîl).

4- Wê astengên li ber xweparaztina bi zimanê Kurdî bên rakirin, wê di xizmetguzarîyên fermî  de wergêrên Kurdî xizmetê bikin, wê di xizmetguzarîyên fermî de dawî li nîjadperestî û cudaxwazîyê bê anîn, wê xalên ku ji hemwelatîyan re dibin sedema cudaxwazîyê ji holê bên rakirin.

Û filan û fîstan….

Ez serê we neêşînim, bi beşdarbûna HAS partîyê û hinek kesayetîyên din, xuyaye wê vê carê AKP di hilbijartinan de deng û rayek pir mezin bistîne û dîsa bibe desthilatdar, bibe hikûmet û wê Kasimpaşalî dîsa bibe sereklotikvan.

Axir, Kasimpaşalî dibe serokwezîr, dibe çawîş yan onbaşî nizanim, lê heta 3 salên din jî wê cîgerim darê xwe li ser serê me bihejîne.

Îcar piştî 3 salên din kî dibe sereklotikvanê AKP wê jî hûn texmîn bikin wesselam..

Enqere

About The Author