Çi senaryoyek xweş looooo!

Heke derhênerên baş hebin, karin ji vê senaryoya Ajansa ANF fîlmek kesanedî derxin holê. Fîlmek ku ji fîlmên 007 James Bond û Qomser Kolumbo xweştir û serketîtir ellahwekîl.

Li gora senaryoya Ajansa ANF, Kurdên başûr, dewleta Tirk, Amerîka, Îsraîl û partîyên rojavayê Kurdistanê tev li dijî PYD bûne yek û şêwr û mişêwrên têkbirina PYD û PKK dikin, plan û stratejîyên kesanedî li dijî PYD û PKK çêdikin.

Li ser bextê Ajansa ANF be, ANF bi manşeta „Li hemberî PYDê li Hewlêrê hevdîtinên veşartî“ lotikek qerase avêtiye. Di nivîsê de tê gotin ku „Ji bona karibin bandora PYDê a li ser Kurdên rojava bişkînin, li Hewlêrê rayedarên Kurdistana Federal û dîplomatên Tirk, Îsaîl û Amerîkî“ hevdîtin pêk anîne. Dîroka hevdîtinê 2 Îlona 2012 an tê diyar kirin. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku kopîya belgeya hevdîtinê ketiye destê ANFê û di hevdîtinê de li ser hin xalan li hev hatine. Piştî navberekê, Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî û Alîgirê Serokê Giştî yê YNKê Berhem Salîh jî tev li civînê bûne û biryarên ku hatine girtin, ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin.

Wax wax wax!

Law ew kopîya belgeya hevdîtinê çawa ket destê we babam?

Madem beşdar hemû li dijî we civîyane û dijminên we ne, kîjan dijminî ew belge gihand destê we lo? Ma zarok jî ji vê lotikê bawer dikin?

Axir, ANF didomîne û dibilîne:Kesên ku beşdarî civînê bûne navê wan niha ye: Evdilbaqî Yusuf: Nûnerê Partiya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê, Evdilbasid Hemo: Nûnerê Partîya Yekîtî Kurdistanî li Sûriyê, Evdilhekîm Beşar: Sekreterê Partîya Demokrat a Kurdên Sûrîyê, Nûreddîn Hemîd Birîmo: Sekreterê Partîya Rastî ya Kurd a başûrê Kurdistanê, Selah Bedreddîn: Sekreterê berê yê Partîya Yekîtîya Gelê Kurd a li Sûrîyê û Berpirsiyarê Saziya Kawa ya Çanda Kurdî li başûrê Kurdistanê, Nûnerekî Wezîrê Karên Derve yê Tirk, Sefirê Amerîka yê Urdunê, Nûnerek ji Sefaretxaneya Îsraîl ya Almanya, Nûnerê MOSAD yê li başûre Kurdistanê, Serokê Lijneya Ewlehîya Niştimanî û Serokê Îstîxbarata herêmê Mesrûr Barzanî, Kûsret Resûl: Endamê Polîtburoya YNK ê, Fazil Mîranî: Sekreterê Polît Buroya PDK filan û bêvan.

Wax wax wax wax!

Law we kesek nehişt bavê min?

Û xwedêgiravî biryarên ku hatine girtin jî ev in:

Tirkiye li hemberî avakirina sîstema federal a li Sûrîyê astengiyan dernaxe û pêwist bike wê alîkarîya leşkerî û aborî bide. Her wiha wê ji bo derbaskirina yekineyên pêşmergeyan ji bo rojavayê Kurdistanê alîkarîyê bike. Ev alîkarî heta ku hêzên leşkerî yên rojavayê Kurdistanê çêdibin, wê bidomin.
Tirkiye amade ye bi şertê ku li Dêrik, Cindirês û Kobanê 3 balefirgehên leşkerî bêne çêkirin, bi awayekî vekirî ji xezîneya dewletê alîkarîya  pereyan bike.
Partîyên din ên Kurdan wê hemû karên xwe li ser esasê reşkirin û xirabnîşandana baskê PKK yê li Sûrîyê PYD  bimeşînin. Di van xebatan de wê sazî û heyetên girêdayî PYD ê ne fermî ku temsîlîyeta Kurdan nake, bêne nîşandan.
Divê Desteya Bilind ji bo ku bandora Meclîsa Gel a girêdayî PKK kêm bikin, hebûna xwe bidomîne.

Siphan allaaaaa û la îlahe îlallah!

Yanî PYD ewqas mezine, ewqas bihêz e, ewqas xwedî qudret û keramet e ku Tirk, Amerîkî, Îsraîlî û Kurd lê dibin yek ne?

Ê law madem di civînê de Tirk li dij sîstema federasyona li Sûrî derneketine, çima li dijî „Xweserîya Demokratîk“ a we derdikevin? Ma federalîzm ji xweserîya demokratîk ne mezintir û berfirehtir e, ne manetir û tijetir û xetertir e?

Werhasilî kelam, ez ji dêvla Bahman Gobadî bim, ezê fîlmekî ewqas mezin ji vê senaryoyê çêkim ku xelata Cannes ê bistîne û ji „kûsîyan“ bilindtir jî bifire ezmanan ellahwekîl…

Hewlêr

http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=69434

About The Author