Garantîkirina pêşeroja gelê Kurdistanê

Belê, li Hewlêrê Konferansa Akademîsyenên Kurd –ku piranîya wan ji derveyî welêt hatibûn- li dar ket.

Navê wan akademîsyen e, lê bawer bikin ez hinekan dinasim ku nizanim ne akademîsyen in, ne kevir in, ne mermer in. Lê hezbelqeder mohra akademîsyenan li pişta stuyê wan ketiye û akademîsyenî bi wan ve zeliqîye, wek toqa naletê ketiye stuyê wan.

Axir, di konferansê de Serokê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî axavtinek kir û behsa gellek tiştên girîng kir. Serok Barzanî di axavtina xwe de got: „Hûn jî bi awayê xwe pêşmerge ne, pêdivîya Kurdistanê bi kesên pispor û şareza heye. Di vê qonaxê de pêwistîya me bi jêrxaneyekê heye, da ji bo anîna biçûktirîn pêdivîyê em pişta xwe bi derve ve girênedin“ û hinek tiştên xweş.

Esasen Serok Barzanî jî zane ku hinek yan gellek ji van kesên beşdar ne akademîsyen in. Serok Barzanî zane ku hinek ji van akademîsyenan belkî di dema xwe de dijminatîya malbata Barzanî û şoreşa başûr jî kirine. Lê ev taybetmendîya Serok Barzanî ye. Serok Barzanî ne rikdar û kîndar e, qedr û payebilindîyê dide kesayetên Kurd, kêmasîyên wan li ser çavê wan naxe, bi qedirşînasî û payebilindîyê dihêle ku ew kes ji paşeroja xwe, ji helwesta xwe şerm û fedî bikin.

Axir, di axavtina xwe de Serok Barzanî armanca xwe eşkere anî zimên û ji kezebê axivî:

-Armanca me bingehdanîn û garantîkirina pêşeroja gelê Kurdistanê ye. Mafê me heye em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Aha mesela rasteqîn di van gotinan de ye.

Garantîkirina pêşeroja gelê Kurdistanê û mafê çarenivîsê!

Gelo ji vê armancê xweştir û bi nirxtir armanc hene?

Kîjan partî yan kesên ku mohra serok û akademîsyenîyê li pişta stuyê xwe xistine pêşeroja garantîkirina gelê Kurdistanê û mafê çarenivîsê ji xwe re kirine yan dikin armanc?

Birastî ez pir meraq dikim, xwedê neke heke rojekê malbata Barzanîyan ji holê rabe, wê kî, kîjan partî, dem û dezgeh garantîkirina pêşeroja gelê Kurd û mafê çarenivîsê ji xwe re bike armanc?

Werhasilî kelam, pispor û akademîsyenên me li Hewlêrê civîyan, xwarin û vexwarin û têra xwe dan lotikan.

Heke ew jî wek Serok Barzanî garantîkirina pêşeroja gelê Kurdistanê û mafê çarenivîsê ji xwe re bikin armanc  baş e. Na heke derdê wan tenê xwarin, vexwarin, geşt û seyran û berjewendî be, Sofî Xelef di kodika wan de bimîze û hûn sax…

 

About The Author