Xalê Mele lotikek dûrî aqilan avêt

Firildeq Elî

Berpirsê polîtburoya YNK xalê me Mele Bextîyar, beşdarî kongreya BDP bû û ji bo xatirê BDP çend lotikên Sorankî avêtin.

Xalê me Mele Bextîyar (nizanim birastî mele ye, yan navê wî mele ye) di axavtina xwe de çend lotikên dûrî aqilan avêt û dilê BDP û hevallerên me xweş kir, ew anîn galeyanê û ew kirin agir û pizot.

Xalê Mele çi got?

Got: “Canekem, rêberê PKK Abdûllah Ocalan wê rojekê bibe serokê welatê xwe û heke Tirkiye bixwaze pirsgirêka xwe ya hundurîn çareser bike, divê Ocalan serbest bike kaka” û ajot.

Li ser bextê ajansa ANF be, dibêjin Meleyê me gotiye: “Canekem, ruhekem, ez ji Kurdistana Silêmanîyê silavan ji we re tînim. Di tarîxê de Yasir Arafat û Fidel Castro jî wek ”terorîst” hatin bi nav kirin, lê belê paşê bûn serokê welatê xwe. Tirkiye jî wê problema xwe ya navxweyî çareser bike û Ocalan jî wê bibe serokê welatê xwe“ filan û fîstan.

Rast e..

Di dema xwe de Yasîr Arafat û Fîdel Castro jî wek terorîst dihatin binavkirin. Lê ferqa wan û Ocalan ji hev heye xalê Mele. Yasîr Arafat û Fîdo doza serxwebûna welatekî dikirin, ji bo azadî û serxwebûna millet û welatê xwe şer dikirin.

Lê başqan Ocalan?

Başqanê me „ulus dewlet“ ango serxwebûna millet û welat ji Kurdan re heram dibîne, doza welatekî serbixwe nake, dewletbûnê layiqî Kurdan nabîne.

Îcar ji cenabê te dipirsim xalê Mele:

Gelo kesê ku welatekî serbixwe nexwaze, kesê ku dewletbûnê li gelê xwe biherimîne, kare bibe serokê welatê xwe? Tu behsa serokatîya kîjan welatî dikî canekem?

Ez serê we neêşînim, xwezî başqan Ocalan doza Kurdistanek serbixwe û azad bikira û ji qewla Mele Bextîyar ve rojekê ew bibûya serokê welatê xwe.

Lê kaaaaaaaaa xalê Mele ka!?

Kesek bi xwezîyan negîhaye baqê kezîyan xalê meleeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeeee!

Stenbol

About The Author