Hesar, Heskîf û Cegerxwîn

Di piraniya helbest, nivîsandin û lêkolînên Cegerxwîn de Kurd û Kurdistan, azadî û serxwebûn, nefret û rika ji bo bindestiyê, raperîn û serhildan mijarên serekê ne. Di berhemên Cegerxwîn de ev cewher û naveroka berçav in.

Mirov hene dibin serbilindahî, baweriya bi xwe, xwurtî û piştqewînî ji bo neteweyên xwe, mirovayetiya serdemê û cîl-nifşên piştî xwe. Mirovên baş, rewşenbîrên hêja û kesayetiyên di xizmeta zanyarî û qenciyê de, zû bi zû jibîra nabin û çendî sal derbas dibin ew jî ewçendî neteweyîtir, tevayîtir û gerdûnîtir dibin.
Kurdsitan ne pir be jî, bûye dayik û pîrika mirovên birûmet, şophêner, navdar û xwedîgotin. Li welatê me kesê ku navê Cegerxwîn nebihîstibe, ji nêzîk an ji dûr ve Cegerxwîn nas neke bi taybetî li Rojava û li Bakur kêm in.  22’ê Cotmeh a 1984’an roja wefata Seydayê Cegerxwîn e. Emê jî bi vê minasebetê di çend gotinan wî bibîr bînin, çavekî bavêjin hunera wî û jiyana wî û herêma ku Heskîfê ku lê jidayîk bûye.

Hesarê, warê Cigerxwîn

Hesar gundê rewşenbîrê me Cegerxwîn e. Helbestvan û nivîskarê hêja li Hesarê çavên xwe vekirine. Gund dikeve navbera Kercos û Heskîfê.
Li herêma Mêrdînê gundê Hesarê bi qasî bajarokên li vir tê naskirin. Kesên ji Mêrdînê tên vê zanin. Sedem jî ne bi tenê ew e ku Hesar bi Cegerxwîn navdar û popûler bûye. Ev heye helbet. Lê belê sedemeke din jî heye.  Ew jî ev e: Demeke dirêj das û qeynaxên paleya bi hezaran kes, palên bireka Mêrdînê û heta bi sedan gundên Başûr-rojava li seranserê Cizîrê li Hesarê çêdibûn, ji destên hosteyên li vir derdiketin û şeqil û navê wê hildigirtin.
Li herêma binavkirî, berî derase têkevin herêmê, havînan wextê paleya ceh û genim tu bi ku de biçûya, tu têketa nav kîjan erdî û te berê xwe bida bin konê kîjan paleyan, te dê teqez das û qeynaxên Hesarî di destên paleyan de bidîtina.
Paleyên ji xwe piştrast û çavziwa ku bûne efsaneyên dîroka paleyiyê weke Hemo Pale û Ehmed Şemrî ku zemanekî navdar bûn, xortên germ û nûhatî ku baq dihûnandin, di ser serên xwe re davêtin û baqên wan xerab nedibûn, sermelik û hogên baqê xwe lê dixistin û dişandin malê; heta li mal dikutan, dihêrtin, dikirin ard û hevîr, piştre bi tenûrê vedidan, dikirin nan û dawî ev nan ji paleyên xwedîbaq û baqlêxistî re dianîn, hê nû radibûn, hê nû pişta xwe rast dikirin û nanê xwe dixwarin, giş di destên wan de das û qeynaxên Hesarê hebûn.
Paleyên li dora genim dibûn çerxeçî û bi tatikî lê dixistin, paleyên zeviyên ne serî nebinî hebû di nav çend rojan de li erdê radixistin, çek û zirxê wan bi tenê ev aletên hesarî bûn.

Kevintirîn navendek ji yê Mezopotamyayê

Hesar dikeve erda Heskîfê û ji awura dîrokî û sosylojîk jî perçeyek ji vir e. Heskîf navendek ji navdartirîn navendên Mezepotamyayê ye û ji awura kulturî, dîrokî û wêjeyî ve têra xwe dewlemend e. Xizmet û suxra vê navendê ji bo mirovayetiyê bêpîvan e. Li vir, li Heskîfê gelek kultur û hejmarek rûbarên kulturî û etnîsîteyî pêrgî hev bûne û di nav av û şetekî mestir de ketina nav hev, hev gurrtir û bihêztir kirine û ber bi çar aliyên Mezepotamya û Rojhilata Navîn de pijiqîne. Gelek ji xelk û bapîrên komik û neteweyên îro, hevûdin li mezepotamyayê, li navendên mîna Heskîfê naskirine, qetabên xwe li hev xistine û her yekî ji wan ji bo me rengek, tehm û zewqek hiştiye, bûye gul û sosinek di vê derya bêser û bêbinî de.
Berhem û eserên dîrokî, birc û sera, eywan û pirên kevnar, keleh û bedenên zemanên derbasbûyî, şop û dewsên hejmarek xelk, ziman û folklor hildigrin û her yek ji wan rêzek e, di vê avahiya kevnar, mermerî û entîke de. Di avakirin û parastina van berheman de xwêdana kurdan Asûrî-Suryaniyan, Keldanî û Ermeniyan û pir etnîsîteyên din heye. Û bê goman Heskîf bajarek ji bajarên herî kevin e li Kurdistanê ye. Ev bajar ji zemanê Roma û Bîzansan û vir ve, di zemanê Merwanî û Eyûbiyan de, tim bûye navendeke îdarî û rola xwe lîstiye.
Cegerxwîn li vê deverê, di nav vê kelepor, dîrok, kultur û mozaîka reng û damaran de çavên xwe li jiyanê vedike, dor û berên xwe nas dike, xwe dibîne.
Dara Cegerxwîn di bin bandora vê rastî û xweseriya Heskîfî û Mezepotamyayî de, di nav salên zemên de bejn dide, stûr û xwegîr dibe. Kesayetî û rewşenbîriya Cegerxwîn Heskîfî û Mezepotamyayî ye. Ji wan fişik bûye û ji vir bixwedî bûye.

Malbatên koçkirî zêdetir nişmî ne

Bav û kalên wî jî ji Seydayê Cegerxwîn re bûne çavkaniyek. Pêşyên Cegerxwîn ji jortir daketine. Li gora gotina Osman Sebrî, bapîr û dapîrên Cegerxwîn berî bi çend bavikan ji Gurdilê xwe berdane Hesarê.
Dîroka sosyolojî û zanyariya civakî ne carekê, lê belê bi caran ne bi nimûneyekê û du-sê nimûneyan, bi dehan nimûneyan û ew jî ne bi tenê ji heyam û bedêlekê, belê ji qirn û sedsalên corecor û vir de, peyitandiye ku malbatên koçber dibin, ji ax û avên xwe diqetin, ji sebebekê ji sebeban cihên xwe dugherin, ji dora xwe hinekî hesastir û nişmîtir in.
Malbatên wuha xwedî serpêhatî û zaneşitexalî ne. Bi wens û sohbetxweş in. Şevbuhêr û wextbuhêr in. Û di jiyana wan de peyv û gotin, behskirina jiyana xwe, çîrok û serpêhatiya xwe, cîhekî mayinde digre, berdewam qedir û buhayê xwe diparêze, pîroziya xwe ji dest nade. Û ev jî dibe zemîn û binaxeyeke objektîf ku ji nav malbat û qebîleyên wuha mirovên nadir û kêmpeyda; dengbêj, hunermend, çîrokbêj, şair, romanivîs û rejîsorên dengpêketî derkevin.
Malbata romanivîsê navdar Yaşar Kemal ji ber şerê di nav Rûsya û Osmaniyan de, ji aliyê Wanê bar dike Edenê. Yilmaz Guney jî wuha ye; aliyê dê ji dora Mûşê ye aliyê bavê  jî ji dora Siwêregê ne. Herdû damaran jî yek ji ber şer û ya din ji ber xezaniyê xwe li deşta Yeniceyê digrin û xwe davêjin tor û bextê Edenê. Ez ne şaş bim û baş di bala min de mabe rewşa rejîsorê serketî Elia Kazan, nivîskar George Orwell, nivîskar Dido Sotiryo, Selman Ruşdî û gelek kesayetî û hunermendên din jî wuha ye.


Feqî Şêxmûs ê şareza
Faktorekî sêyemîn ku rasterast û bênîqaştir Cegerxwîn kiriye Cegerxwîn, salên feqîtiya wî, gera li Kurdistanê, bi başî û xerabiyên wî, bi zarava û devokên wî û bi muzîk û folklora wî, naskirina gelê Kurd e.
Di van salan de çavên xortê Hesarî vedibin. Ziman, zanebûn û ferhenga wî distewe. Rewşenbîr û alimên Kurd nas dike. Dibe haydarê Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û Ehmedê Xanî. Xebera wî ji mirovên mîna Nalî, Hecî Qadirê Koyî çêdibe û bi ihtîmaleke mezin dibe aşînayê wan. Her wuha bivê nevê, kêm ya zêde li ser rewş û pergala neteweyên cîran; neteweyên Tirk, Ereb, Faris û xelkên din yên li Kurdsitanê mîna Ermeniyan jî dibe xwedî pêzanîn.

Deyndariya ji bo gelê Kurd

Xwendina geh li vir û geh li dera han, geh li ber destên vî alimî yan jî alimê din, xwarin, vexwarin û razana geh li vê malê û geh li mala din, xwendina geh li hucra vê mizgeftê û geh li hucra mizgefta din, naskirina eşîr û qebîleyên heralî, li ser malbatê, xizmayetiyê û pirr tiştên din, li ba Cegerxwîn mefhûm û dîtinên cihê û nû çêdike û di temenekî xort û berî 25 an de, seyda dikeve pêşiya temenê xwe; bîrbir, firehbîn û kûrbîn dibe.
Jiyan û debara bi vî awayî, bêcîh û bêwarî, bi gotineke din jêremalbûna her mala Kurdistanê bi riya feqetiyê, rastiya ku li her dera Kurdistanê dikare bixwe û vexwe, raze û bijî, Cegerxwînê ciwan bêqedar Kurdistanî, neteweyî û welatparêz dike. Ne dê û bavê wî, xwuşk û birayên wî , belê Kurdistanê û gelê Kurd ew bixwedîkirine, mezinkirine û derxistina cihê ilim û zanînê. Kesek hebe sipasdariya wî bike, cîhek hebe jê bişêkirîne ew jî gelê wî û welatê wî ne.

Êşa parçebûna welat di helbestê de deng dide

Salên Kurdistan parçe dibe, di ser sînga Kurdistanê re sînor derbas dibin, Cegerxwîn hê feqe ye. Carna li vir û carna li dera han e. Bi giştî Seyda êdî xortekî hişyar û xwenaskirî ye.
Dibîne çi tê serê kurdan. Bi kirêtî û mirrîtiya bindestiyê dihese. Zilma dagîrker û serdestan dibîne. Perçebûnê, encamên perçebûn bi xwe re tîne dibîne. Çawa gund û bajar dibin dudo, dibin serxet û binxet, çawa Kurd li welatê xwe qeçax, firar û biyanî dibin, gişan dibîne, dijî. Ev giş Seyda diponijînin, dixin nav mitale û paxavan. Seyda li ser vê rewşê berî pirr kesan di temenekî ne mezin de difikire, serî û mêjiyê xwe diwestîne, kûr dibe. Di encama diyar de û rûdawên wuha xwedî bandêr û şop de Cegerxwîn helbestên xwe yên ewil di salên 1923 û 1924 an de dihûne. Cegerxwînê feqe û şagirt, heta berî vê perçebûna welat mîna çûk û bilbilekî azad bû, cihê dilê wî dixwest, dera wî dieciband lê vedinişt, li ser datanî, digeriya û şîrşîra wî bû. Sînorên nav Kurdistanê ew xistin qesef û rekehekê û êdî Kurdistan ji destan çûbû, mabû li ber talan û çûrê, nehîb û wêrankirinê.
Kurdistan ji destan çûye, ax axa Seyda ye. Ji dil û kezebê dinale, hêrs û kelogirî dibe. Helbestên mîna “ Pemboyê me ye, Belê em Tazî ne”, “ Ka Kurdistana min Ka” dinîvisîne.

Feqe Şêxmûs bû Cegerxwîn

Di hindurê Seyda de pêlên qehr û tolhildanê li hev diqulubin. Di hundurê xwe de hew hiltê, erd û ezman wî tehemul nake. Mîna ku di eyarê berêz de be, kabûsek li ser sînga wî rûniştîbe, di qeydên hesinî û polayî de be, mîna tu wî di nava demûşê de bidî û bavêje nav moristanê gêrikan û bi hezaran gêrik li ser laşê wî bixijmijin, bidin lotikan, cirîd û tiradê bikin, bedena wî bidin ber hûrgezan, mîna tu wî bavêje binê zîndaneke bêbinî, reş û tarî, xwarina wî kerafî û vexwarina wî jî zilindar be… Ne şev lê şev e, ne jî roj lê roje. Kurt û kin êdî Feqe Şêxmûs bûye Cegerxwîn û xemgîn û xemxwurê welatê xwe. Ya xerab kes li meydanê ne xwiyaye. Kesekî ji vî welatî re xwedîtiyeke baş, xwedîtiyeke ji dil û can, bihêz û şarezayî bike, karibe qetabên xwe li yên neyaran bide, berê xwe bide zalim û zordaran, ne diyar e. Ne begên Kurdan serê xwe bi rewşê re dêşînin, ne alimên oldarî û ne jî dewlemend, xwedanmilk û xanedan.

Rewşenbîr…!

Dev ji wan berde, ew bi gotinên Cegerxîn; “Bi biskên şê daketine û ne di nav pexav û mitaleya welat de ne”. Belê Şêxmûs dibe Cegerxîn, kezebên wî xwîn digrîn…
Seydayê Cegerxwîn bi dirêjahiya temenê xwe, ji roja ku hişyar dibe, xwe nas dike û bi vir de, heta roja serê xwe datîne û ji nav gelê xwe koça dawî dike, bi dilxwazî û evîneke mezin, bi giş hêz û karîna xwe li ser gel û welatê xwe nîvisî û ji bo derdê gel û welatê xwe qêriya, kire hewar û gazî. Bêwestan got û bêsekin biland.

Bû deng û qêrîna Kurdan

Di piraniya helbest, nivîsandin û lêkolînên Seyda de Kurd û Kurdistan, azadî û serxwebûn, nefret û rika ji bo bindestiyê, raperîn û serhildan dabaşên serekî ne û cewher û naveroka helî berçav in.
Em bi çend rêzan ji helbesteke Cegerxwîn ku ji bo kurê xwe Keyo gotine, tiştê me xwest em bibêjin biqedînin:

Li dinyayê temaşe ke kurê min
Tu dê paşê binasî, xweş bibînî
Tu daxwaza dilê min qet nizanî
Heta perdê ji ber xwe hilneyênî
Hemû kes dilbijokê kerş û toz e
Nikare gewherê paqij derênî
Mirovên zana û hêja li cem me

Wekî cewher di sergo de hilênî
Gelek jar û perîşan û belengaz
Heta dimrî, tenê navek dimênî
Cegerxwîn destê rastî girt û kêşa
Dixwazî ku ji pişt perdê derênî.

 

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

About The Author