PIR ÇAVÊ HINGIVÎ LÊ TÊ

Min yek dîbû dev biçûk bû, rûwê wêna genimî bû

Pir ciwan bû û şêrîn bû, pir çavê hingivî lê tê

 

Ji kerba wê bûme kala, ez bûme wek wan evdala

Çawa wê here ji bala, pir çavê hingivî lê tê

 

Xeftan li xwe kir kevokê, derketibû ji serşokê

Por berdabû ser kabokê, pir çavê hingivî lê tê

 

Ew burhê wê qelemkirî, ruwê şehîk ne hilkirî

Hiş û mêjî dibê ji serî, pir çavê hingivî lê tê

 

Ew meşa wê ya kubarî, dixe nava sêlek arî

Ma wê gelek serî xwarî, pir çavê hingivî lê tê

 

Ji bîra min naçe xeyal, ma çawa were xewa min

Av venaxum ez naxum nan, pir çavê hingivî lê tê

 

19.12.84.

About The Author