Apê me Bûrkay bû serokê HAK-PAR ê

Belê, siyasetmedar, nivîskar û helbestvanê Kurd apê me Kemal Bûrkay, di kongreya 5. a HAK-PAR ê de bû serok û govend xweştir kir.

Di kongreya HAK-PAR ê de ala Kurdistanê hat daliqandin, marşa netewî Ey Raqîb hat xwendin û qet bêhna Tirk û ala Tirkan ji kongreyê nehat.

Di kogreyê de apê me Kemal Bûrkay bi coşek mezin wek serok hat hilbijartin û kongre germ bû.

Axir, em ji HAK-PAR û serokê wê apê Bûrkay re lotikên xurt û pêşketî dixwazin, hêvîdarin bi serokatîya Kemal Bûrkay wê HAK-PAR wê çarçoweya xwe ya teng biçirîne û bi berfirehî, bi siyaset û helwestek Kurdistanî xebata xwe bidomîne.

Enqere 

About The Author