Çewalcî general karîyera xwe li ser lotikekê kir

Generalê Amerîkî  David Petraeus tê bîra we ne?

We go na?

Wîîîîî, kuro ewê ku li Kerkûkê çewal xistibû serê eskerên Tirko û nîhabû qûna wan lo, îcar we ew nas kir ne? Temam..

Aha ew generalê çewalcî bûbû serokê CÎA û kursîyek saxlem bi dest xistibû. Lê xuyaye agir ketibû nav şerwalê wî, jina wî li ber çavê wî reş bûbû û çavê xwe berdabû xanima germik û nermik Paula Broadwell.

Axir, piştî ku çewalcî general miradê xwe bi Paula xanimê dike û çend fîşekên xwe di nav şeqên wê de diteqîne, navbera wan germ û nerm dibe, ji hevre peyaman dişînin û ew peyamên seksî dikevin destê xebatkarên CÎA û FBI û mesele wek topa qiyametê diteqe.

Piştî ku lotik û zîtirkên çewalcî David eşkere dibin, mêro nameyekê ji Reşo Obama re dişîne û dibêje: „ Kuro Reşo, law min gûyek xwar û ji ber xwarina wî gûyî jî ez dixwazim îstîfa bikim oxlim, qebûl bike law“ û li ber Reşo digere

Dibêjin Reşo Obama jî yeka wî nekiriye dudu û îstîfa wî qebûl kiriye. Û niha çewalcî general hew serokatîya CÎA dike, li ser qûnê rûniştiye û çewalên ku xistibûn serê eskerên Tirko tîne ber çavên xwe…

Ez serê we neêşînim, serokên xelkê ji bo lotikekê ji meqamên xwe îstîfa dikin. Lê hinek serok û rêveberên me qûş li vî milletê mazlûm ê Kurd qetandine, pêve zeliqîne, ne deng ji xwe tînin û ne jî ji meqamên xwe îstîfa dikin yaw…

Waşîngton

About The Author