Başqanê me lotikek li canbazan xist

Şikir ji xwedê re, me vê carê jî dengê başqanê xwe bihîst. Hem jî tam di demek zîz û xeter de.

Ecêb e, Alîkarê  Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç doh (17. 11.2012) gotibû „Wê di demek pir nêzîk de grevên birçîbûnê bi dawî bibin“ û peyamek dabû awira gelemperî. Xuyaye haya wî ji hinek meselan hebû.

Û îro?

Îro jî Mehmet Ocalan bi lez û bez çû serdana brayê xwe A. Ocalan (gava tê xwestin keştî amade ye, yan na keştî xirabe ye) û peyamek xêrê ji me re anî.

Werhasil, li ser bext û wîjdanê Mehmet Ocalan be, dibêjin di dema serdanê de başqanê Kurdên dinya û axretê sayin Ocalan peyamek pir baş û girîng daye û ji brayê xwe re gotiye: „Girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirine, kar û bar û berpirsiyarîya kesên ku li derve ne girtine ser milên xwe. Bila kesên ku li derve ne, berpirsiyarîya xwe hilnedin ser milên girtîyên nexweş ku ji xwe di nav çar dîwaran de, di bin mercên zehmet de ne. Ez bi wateya gelemperî, her çiqas çalakiya greva birçîbûnê nepejirînim jî, ger ku pêwîstî bi çalakîyek wiha hebe, ne yên girtî, berî wan pêwiste kesên li derve ne wê erkê bi cîh bînin. Ev çalakî gellekî watedar e. Çalakî îro gihiştiye armanca xwe. Bila çalakgerên ku di greva birçîbûnê de ne bê teredut çalakîya xwe biqedînin. Ez hemîyan slav dikim“ filan û bêvan.

Belê, başqanê me lotikek pir pîroz avêt, mîrkutek bêîman li nav serê ew kes û siwarên ku li derve ne, ew kesên ku li girtîyên reben siwar bûne û li ser pişta wan siyasetek qirêj dimeşînin, xist û îmana wan teneke kir.

Başqanê me pir rast û xweş gotiye. Grev kar û erka wan kesên li derve ne, ne karê wan girtîyên reben e ku ji xwe di nav çar dîwaran de hêsîr in. Ma ew kesên li derve vê rastîyê nizanin? Belê çawaaaaaaa, bi namûs ji min û we çêtir zanin. Lê ka ê go li hesabê wan bê? Ka ê go karibe 60 rojî xwe birçî bihêle, ka ê go karibe bê xwarin, bê goştê berxan bimîne û qurequr ji nava wî bê?

Naaaa babaaaaaaa, ma heta girtîyên reben hebin dora birçîbûnê tê wan?

Ma heta girtîyên saf û fedakar hebin dor tê ser Beko Ewan, dolabgêr, kone û canbazên siyasetê?

Axir, başqanê me di deqîqeya dawîn de xêrek mezin bi girtîyên zindanan kir, ew ji mirinê xilas kirin û li wan kesên ku xwîna girtîyên me dimijin siwar bû wesselam..

Kuro aferîn ji te û siyaseta dewletê re û xelas…

Amed

About The Author