Tansîyon!

Rojekê li gundekî girêdayî Farqînê axeyek nexweş dikeve.
Ew herêm bi ser axê de diqûrin; tu kes namîne ku naçe serdana wî…
Piştî hefteyekê gavanê gund Hemê jî nahletekê li çavê şeytên tîne û ber bi mala axê ve xwe davê ser teqleyan.

Her çiqas Hemê zêde ji axê hez nedikir jî, rebeno mecbûr bû.
Di dilê xwe de dibêje, “Bawerî bi mêrikê axe nayê. Qeşmerek têkeve bin fisa wî û di heqê min de bêbextîyekê bike, axêyê bibêje jixwe ew bênamûs nehatibû serdana min jî. Ew ê pihênekê li der qûna min xe, ez ê ji kar û şixulê xwe bimînim; zarokê min ê di qula xênî de ji nêza kîrê hev bimêjin…”
Hemê çawa  dikeve hindur, daqûl dibe û bi çarpîka dihere nig axê, li ber bahlîfa wî li ser çongan rûdinê û stuyê xwe xwar dike.
Piştî li hal û ehwalê hev dipirsin û pê ve, Hemê gavan dibêje, “Axa derbasbûyî be! Xwedê şifayê bide… Çi nerehetîya te heye?”
Axe li Hemê dinêre, dibêje, “Kuro tansîyon e, tansîyon…”
Hemê gavan, şaş û ecêbmayî li hundirê çavên axê dinêre dibêje, “Îcar tansîyon çîye axayê min?”
Axa devê xwe dibe û tîne, dibêje, “Ew a ku carnan radibe û carnan jî dadikeve loo!”
Hemê gavan di dev de dibêje, “Wehh! Naxweşîya te û kîrê min wek hev in!

About The Author