Di derbarê vegotina hin derd, gazin û hêviyên Ehmedê Xanî de

Xanî ji ‘alimên kurd ê herî navdar e. Ez dixwazim bi vê rista ku hêla mutesewifiya Xanî rê dide dest bi mijara di derbarê Xanî de bikim:
Me dî neqşek ji neqşê Neqşebendan * Vebû qeydê di min yek yek ji zendan
Kuşada dil ji bo min ra muyesser * Nebû bê suhbeta sûret lewendan
Belê, gelek nivîs li ser Xanî hatine nivîsandin. Ez dixwazim bêyî ku bikevim nava dîroka hatin û barkirina wî ya ji cihanê, Fîlozof, şa’ir, mutesewif û li gorî min civaknasê kurd Ehmedê Xanî di zawiyeke din de rê bidim û binirxînim.
Digel Xanî ji hêla hunerî ve dihê zanîn lê divê neyête ji bîrve kirin ku Xanî hunera xwe jî li ser derd, gazin û hêviyên ji gelê xwe û mirovahiyê ava kiriye… Xanî digel vegotina derdan dermanên derdan jî destnîşan kiriye…


Xanî dibêje ku; ji ber ku bi gel re peywendiyên germ û ji dil nayê kirin, pirsgirêk dertên holê û ew pirsgirêk bi bê xwedî berdana/hiştina gel jî mezintir dibin…
Xanî dibêje ku; aramî, aştî û selametiya kesan û civakan bi baweriya Xweda û hezjêkirina pêxemberê Wî û sehabeyên pêxember (s.) ve girêdayî ye…
Lê mixabin Xanî jî weke gelek şexsiyetên nirx bilind û qedir şinas, di jiyana xwe de nehat nasîn û ev dîtinên wî nehate nirxandin… Digel vê, ‘taybetiyeke’ Xanî ya din jî hebû. Ji ber ku berhemên Xanî bi zimanekî ku bi sed salan qedexekirî bû hatibû nivîsandin, Xanî ji hêla hevometiyên xwe jî nehatiye zanîn û xwedî lê derneketinin…
Xanî gelek berhem çêkirine. Tê gotin ku di mafê erdnîgariyê de jî berhemeke Xanî heye. Lê ji çi sedemane ku em nizanin, ew berhem negihaye me…
Weke tête zanîn mîna Şehnameya Firdewsî, Romeo û Julyeta Sehskpîr û Leyla û Mecnûna Nîzamî, di mijara evînê de berhemeke Xanî, bi navê Mem û Zînê jî heye…
Lê Xanî di vê berhema xwe de ne tenê behsa evînê kiriye. Di vê berhema xwe de Xanî, digel çîroka evîna Mem û Zînê, agahî ji dema afirandina bavê mirovan Ademî ango; destpêka afirandina mirovan, bandora erênî û neyînî ya perestinan li aramî û bextewariya mirovan heye an na û nirxên bawerî û rewiştê jî aniye ziman…
Xanî, di Mem û Zîna xwe de; netenê mijara evînekê, cil û bergên kurdan, rabûn û rûniştina kurdan, jiyan û têkiliyên serdest û xulamên kurdan, tevgera feqîr, dewlemend, jar û belengazên gelê kurd, kevneşop û toreyên kurdan; ciwanmêri, comerdi mêrxasi ûwd. hemû xwezayî û hêjayiyên kurdan jî bi rengekî zelal aniye ziman. Ev yek ji bo kurdan xaleke girîng e. Meriv dikare bibêje ku Xanî, di Mem û Zîna xwe de wêneyê hemû kêlîkê kurdan daniye ber çavan…
Xanî di mafê kurdan de gihaştiye vê qinyatê:
Kurmanc ne pir di bêkemal in * Emma dê yetîm û bêmecal in
Ger dê hebûya me jî xwedanek * Âlîkeremek letîf û danek
Ev cinsê biba li bal wî me’mûl * Ev neqdê biba li nik wî meqbûl (Mem û Zîn r: 20)
Fil cumle ne cahil û nezan in * Belkî dê sefih û bêxwedan in
Ciwamêrî û himmet û sexawet * Mîrîni û xîret û celadet
Ev xetm e ji bo qebîlê ekrad * Wan dane bi şîrî û himmetê dad.
Hîndî ji seca’etê xeyûr in * Ew çenda ji minetê nefûr in (Mem û Zîn r: 18-19)
Xanî, di derbarê cil û berg û hin çanda kurdan de jî bi kurtasî wek mînak wuha gotiye:
Kofî ji cewheran mukellel * Kewter ji netrikan muselsel
Serbendê qeseb didan cebînî * Aşiq dimirin ji dest evînî (Mem û Zîn r: 30)

Danayê mu’emmerê kuhen sal * Ev rengehe ku ji bo me ehwal
Ku ‘adetê pêşî zemanan * Ev bû li hemî cih û mekanan
Weqtê we ku şehsuwarê xawer * Tehwîlî dikir di mahê azer
Ye’nî ku dihate burcê sersal * Qet kes nedima di mesken û mal
Bilcumle diçûne der ji malan * Hetta digehîşte pîr û kalan
Roja ku dibûye ‘îdî newroz * Te’zîmî ji bo dema dil efroz
Sehra û çîmen dikirne mesken * Beyda û dimen dikirne gulşen
Xesma ezeb û keçê di bakir * Elqisse cewahirê di nadir
Têk da di muzeyyen û mulebbes * Vêkra li tefexxurê murexxes
Lêkin ne bi tohmet û bi minnet * Belkî bi terîqê şer’ û sunnet (Mem û Zîn r: 34)
Ehmedê Xanî yê “bêkes û belengaz” dev ji piştgîriya gel û welatê xwe bernedaye û her tim di fikr û ramana wî de bûye. Lewra em dinêrên ku Xanî jî mîna me li bersiva pirsa, gelo ji bo çi her tişt ji destê kurdan hate girtin û bê par, mehkûm û bê kes man, geriyaye û gotiye:
Ez mame di hikmeta Xwedê da * Kurmanc di dewleta dinê da
Eya bi çi wechî mane mehrûm * Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm. (Mem û Zîn r: 18)
Bersiv dîsa ji dil û hestên Ehmedê Xanî tê:
Lew pêkve hemî şeh bêtifaq in * Daîm bi temerrud û şîqaq in.
Ger dê hebûya me ittîkaqek * Fêkra bikira me înqiyadek
Rom û ‘Ereb û Ecem temamî * Hemyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet * Tehsîl dikir me îlm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev maqalat * Mumtaz dibûn xwudan kemalat (Mem û Zîn r: 19)
Ango; dê bihata zanîn ku kî berx e kî beran e.
Xanî mijara Text û Bext/Tali’ bi hev girê dide û pêhisekê çêdike ku text bandorê li bext dike. Wek nîşe:

Ger dê hebûya me padişahek * Laiq bidiya Xwedê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek * Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek * Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman * Tînane der ji destê leîman
Xalib nedibû li ser me ev rûm * Nedibûne xirabeyê di dest bûm
Ehmedê Xanî bi gernasiya gelê xwe gelekî serbilind bû. Bi taybetî jî di wê prosesa/heyama teng û dijwar de, ku her kesek hewl dide ku kurdan ji bo xwe bi kar bîne û welatê wan perçe bike, Xanî halan vedida û wuha digot:
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem * Her mêrekî wan bi rezmê Rustem. (Mem û Zîn r: 18)
Ango; her mîrekî kurd bi gernasî û comerdiya xwe weke Hatem e. Li gorî dîroknasan: Hatem, mirovekî gelekî jîr û jêhatî bûye. Alîkariya belengazan kiriye û pir destvekirî bûye. Her mêrekî kurdan jî di şer û cengan de, bi pehlewanî û qehremaniya xwe weke Rustemê Zal ê dîrokî ye.
Dive rewişt û toreyên kurdan ji Mem û Zînê xweşik were zanîn… Divê bi vî çavî jî li berhema Mem û Zînê bihête nêrin…
Xanî him derdê kurdan him jî dermanê wan di Mem û Zînê de bi awayekî zelal û bêgumanî destnîşan kiriye:

Bextê me ji me ra bibit yar * Carek bibitin ji xewê hişyar
Rabit ji me jî cihanpenahek * Peyda bibitin me padîşahek
Şîrê hunera me bête danîn * Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin ‘îlacê * ‘Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek * Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk * Nedma wehe bê rewac û meskûk
Her çend ko xalis û temîz in * Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in
Mehkûm ‘eleyhî û se‘alîk * Mexlûb û mutî‘ê tirk û tacîk
Emma ji ezel Xwedê wisa kir * Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir
Teb‘iyyetê wan eger çi ‘ar e * Ew ‘arî li xelqê namidar e
Namûs e li hakim û emîran * Tawan çi ye şa‘ir û feqîran
Herçî bire sîrî destê himmet * Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet
Lewra ko cihan wekî ‘erûs e * Wê hukim di destê sîrê rûs e
Xanî, gilî û gazindeyên xwe yê ku gilî û gazinên her kurdekî bîrewer e, berî nuha bi sed salan aniye ziman. Ma ne seydayê hêja, şêxê ku jiyanake bindest bi dilekî azad û azadîxwaz derbas kir, wuha gotibû:
Umîda me ji tifalan * Ku me ‘emel betalan
Ger dê hebûya me ittîkaqek * Fêkra bikira me înqiyadek
Me hêvî ye ku tifalên kurda ittîfaqeke li gorî daxwaza dilê Xanî, yekbûna li pey yekî bi dest xin.
Xanî kurdperwerî û niştiman perweriya xwe di babeta sedama nivîsandina Mem û Zînê de wuha vegotiye:
Safî şemirandî, vexarî derdî * Manendê durrê lîsanê kurdî
Înaye nezm û întîzamê * Kîşaye cefa ji bo wê ‘amê
Da xelqî nebêjitin ku ekrad * Bê me’rîfetin bê esl û bunyad
Enwaê milel xwedan kitêb in * Kurmancî tenê dibê hesîb in (Mem û Zîn r: 19)
Teşbîhê neyê bikim terennum * Tûtî sifet ez bikim tekellum
Da keşfî bibin li min karamat * Meşhûdî bibin li min meqamat
Şerha xemê dil bikim qesane * Zînî û Memê bikim behane (Mem û Zîn r: 24)
Digel vê yekê, weke hemû ‘alim û zanyarên kurd, Xanî jî nijadperestî nekiriye û jiyana aştiyane parastiye û ji bona wê xebat kiriye. Xanî, bêyî ku bijartin û dabeşkariyê di navbera gelê kurd, turk, ereb û farisan de bike, pêwistiya jiyaneke bi xawên û rûmet parastiye… Ji ber vê yekê jî divê Xanî, ne di çarçoveya teng ya nasyonalîtî de, divê wekî fîlozofekî kurd ku ji cihanê re bûye mal were nasîn û zanîn…
Xanî weke ku bibêje: pêwîst e ku jiyaneke bi hev re û biratiyeke ku rewayî reseniya biratiya islamê bijîn, di helbesteke xwe de zimanê wan her çar netewên ku ji ometê re makehêman û regez in bi hev re bi kar aniye… Ew helbesta Xanî ev e:

1. Kite

(A)- Fate ‘umrî fî hewake ya hebîbî kulle hal
(F)- Ah û nalem hem dem şod der fîraqet mah û sal
(T)- Ger benim kanım dîlersen çokden olmıştır helal
(K)- Dîn û ebter bûm ji eşqê min nema ‘eql û kemal

2. Kite

(A)- Ente fikrî fî fûadî ente rûhî fil cesed
(F)- Leşkerê xemhayî to mulkê dilem wêranî kerd
(T)- Dade geldim ‘eşk elinden isterım senden meded
(K)- Wan Tataran birne yexma eql û dîn û mulk û mal

3. Kite

(A)- Tale xemmî zade hemmî şa’e sirrî fil mela
(F)- Teşneê camê wîsalim çon şehîdê kerbela
(T)- Yoksa sen divane oldin nîce halim ey dila
(K)- Ya ji nû ve eşveyek damin hebîba çav xezal

4. Kite

(A)- Buttû hacîren hebîbî leste minnî alîmen
(F)- Her dem ez derdê fîraqet xafîlem ez halê men
(T)- Can û dilden ‘erdî kıldım halimî canane men
(K)- Ji ‘erdihala min tû xafil qet ne pûrsî ‘erdî hal
5. Kite

(A)- Hel lena min nî’metin veslilhebîbî min nesîb
(F)- Oftadem berderet bîçare sergerdan xerîb
(T)- Derdimız çok lê kî senden öte yok hîç bîr tebîb
(K)- Ey tebîbê min dewaê derdê Xanî her wîsal
Helwesta Xanî di vê helbesta wî de diyar e. Dibe ku ev helwesta Xanî, weke tiştekî ji rêzê, hêsan û xwezayî were dîtin; lê heke zanyar û ‘alimên ji netewên din yê kakût û skeletê laşê ometê ji wan afiriye jî helwesteke mîna ya Xanî rê bidana, dibûya ku ev pirsgirêkên ku em îroj dijîn nebûna

Kurdportal

About The Author