Rewşenbîrên Nerewşen!

(Mijara vê nivîsarê ji bo rewşenbîrên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn e)
Rewşenbîrên Kurd, nizanim ji rewşa xwe ditirsin an hayê wan ji rewşenbîrîyê tune; newêrin rasterast dîtin, nêrîn û ramanên xwe eşkere û vekirî bînin zimên. An jî gelo dibe ku ev tiştik miştikên vala ku tînin zimên, bera jî dîtin, nêrîn û ramanên wan bin? Xêr û guneh di stuyê wan de be…
Birêz Îsmaîl Beşîkçî di nivîsareke xwe de bal dikşand ser rewşenbîrên Kurd û digot, rewşenbîrên Kurd qasî ji rewşenbîrên Tirk ditirsin û noqê ji wan vala dikin, ji dewlet û rejîma wê natirsin…
Ev nêrîneke balkêş e, lê qasî balkêşîya xwe jî rast e. Bala xwe bidin wan bernameyên siyasî yên televîzyonan. Dema di bernameyekê de du-sê rewşenbîrên Kurd û du-sê rewşenbîrên Tirk tên cem hev û li ser pirsgirêka Kurd an jî li ser rojava Tirkîyeyê dipeyivin, gengeşîyê dikin, rewşenbîrên Kurd li hember rewşenbîrên Tirk, wek cinên ji hesin bitirsin, noqê ji wan vala dikin û di ciyê xwe de dibin quncik, ji tirsa lêvikên wan li hev dikevin. Lê çavên wan jî tim li ser rewşenbîrên Tirk dilîzin, da ku hay ji derûnîya wan hebin. Dema ku derûnîya rewşenbîrên Tirk xerab dibe, mahdê wan piçekî nexweş dibe jî, rewşenbîrên Kurd dest bi şilekî, durûtî û libergerînan dikin…
Ezbenîno! Ezxulamno!
Em li ser vê axê yek in!
Çi Tirk… Çi Kurd… Çi Ereb… Çi Ermen… Çi Faris… Çi quzilqurt! Em hemû bira ne û di navbera me de tu cûdayî tune.
Me jin dane hev, zarokên me nîvtirk nîvkurd in.
Êdî em hew mirîşk û elokên xwe ji hevdû nas dikin.
Pez, ker û dewarên me tevlihev bûne; em hew zanin ker kî ye? Pez kî ye? Dewar kî ye?
Em bûnûn neynûk û goşt, her çiqas dema neynûk dirêj dibe hûn di berd jê dikin jî, xem nake.
Bijî biratîya pez û guran! Bibore, bibore, ya Tirk û Kurdan!
Divê em bi hev re ji bo parastina Mîsak-î Mîllî hewl bidin…
Em welatekî yekperçe dixwazin û diparêzin.
Li ser wê alê, ew rengê sor ne tenê ji xwîna Tirkan sor bûye, herwiha xwîna kalkê me jî pijiqîye nav.
Ew kesên ku doza Kurdistaneke serbixwe dikin, netewperestin û di dema îroyîn de jî netewperestî pûç e, vala ye; ne bi kêrî me tê û ne jî bi kêrî we…
Em li dijî her reng û cûre netewperestî ne û hezar û pênsed quzilqurt û kerafîyên din…

Derd û kula herî mezin ew e ku ev canik û camêr netewperestîya Tirk û netewperestîya Kurd dikin yek û wek hev lê dinêrin…
Hey we xwelî li serê me kirino!
Netewperestîya Tirkan bi tevahî li ser qirkirina Kurdan ava bûye. Ev canik û camêr, yanî netewperestên Tirk, bi her awayî dixwazin Kurdan asîmle bikin û navê Kurdistan jî heta hetayê ji mejîyan jêbibin. Û heke dema ev rêbaza asîmlekirinê bi kêr neyê jî, bi tunekirin û qirkirinê Kurdan ji holê rakin.
Ey belangazên ji belengazan re rewşenbîrîyê dikin! Netewperestîya Tirkan nijadperestî ye; yanî faşîzm e!
Rebenên netewperestên Kurd çi dikin?
Tenê hewl didin ku li ser axa xwe azad bijîn û zimanê wan, çanda wan, hunera wan û wêjeya wan wenda nebe, lewma jî, li nasnameya xwe xwedî derdikevin; masnameya xwe dixwazin…
Belengazan nabêjin em ê Tirk, Ereb û Farisan asîmle bikin an jî hewldaneke wan a wiha tune ye. Û herwiha çavên xwe jî bera axa tu netewan nadin û nabêjin ka em herin filan derê dagir bikin.

De îcar ka ji min re bibêjin belengaznino, hûn çawa netewperestîya Tirkan û netewperestîya Kurdan dikin yek?

Axir, di vir de armanc çi ye, divê em baş fahm bikin. Ev mejîçeqilmastina dixwazin Kurdan ji netewperestîyê dûr bixin, da ku bi rehetî û bi hêsanî Kurd bên asîmlekirin. Xwe bixwe xwe ji holê rakin û xwe tune bikin.

Ey rewşenbîrên ji ronî, ronahî û rewşenê dûr! Tenê rêyek ji bo serfirazîyê heye, ew jî netewperestîye…
Roja ku Kurd li dora nirxên xwe bibin yek û bi awayekî netewperestî li nirxên xwe xwedî derkevin, xewna Kurdistan ê veguhere rastîyê. Ji bo em ji vê xewa belengaz şiyar bibin û bi saxî Kurdistan bibînin jî, divê em bibin netewperest.

About The Author