EV DIJRABÛNEKE SASUNÎ YE

We gelek serhildan û dijrabûn bihîstine û dîtine, lê ez bawerim ji we tu kesekî dijrabûna Sasunîyan nedîtîye û ne bihîstîye. Sebr û temûl kirin jî heta cîyekî ye, carna sînor jê re tune.


Ku meriv hezkirîyekî xwe winda bike, ji ber jana wê dijrabûn jî normale. Sasunîyên me jî wilo dikin.

Xebera reş gihîşte zevîyê ji xalê Kerem re gotin “ Hevjina te di ber sekeratê de ye, gelek nexweşe bi lez xwe bi gihînê gidî. “ Xalê Kerem heta hat gund hevjina wî jîyana xwe bi dest da û çû ser dilovanîya xwe ! Hewara zarokan û fixana cîranan bû. Xalê Kerem bêdeng hema da tifinga xwe û berê tifingê ber bi asîmanan kir û gulebarand. Bi dengekî kelogirî pê re got “ Xwedêyo ku tu mêrî ji asîmanan were xwarê, nexwe zora te bi jinan de diçe ne !Te xwe daye asimanan êê ka destê min nagihê te, ez çi bikim… “ Gundî hemû bi kirina xalê Kerem metel man.

Piştî çend meha dîsa zarokekî gundîyekî mir, bavê zarokê jî devê tifinga xwe da asîman û gulebarand û got “ Madem ku tu ewqas mêrxasî ka ji asîman dakeve jêrê. Zora te bi zaroka re diçe ne ? Were hela kî ji me mêrxase . “ Paşê ev dijrabûn di nav gelê Sasunî de bû adet bû kevneşopî werhasil.

Ma Kurd nikarin wek Sasunîyan jî bikin, yan wê ev bêmafî bê çareser kirin yan jî dijrabûn û dijrabûn. De devê tifingan germ kin lo êdî kî li ber we ket ma ne bese?

Sala nû li we hemûya pîroz be !

About The Author