DIZÎ HUNEREK E, HER KES NIKARE BİKE

Emrê Mihemedo bi dizîyê derbas bû, heta ku bû hecî. Mihemedo  dema çû hecê hat dev ji dizîyê berda û îcar behsa dizîyên xwe kir.

Mihemedo ewqas diz bû, qereçîyan ji xelkê didizî ewî ji wan didizî; de îcar hûn bihesibînin çito diz bû.

Yekî got: “ Kuro weleh Fata qereçî bi dizîyê gelek zêr berhev kiriye û di navrana derpîyê xwe de vedişêre .“

Mihemedo fikirî ka çawa Fatê bişêlîne. Çû qamîşek jê kir, piçek zeyt (rûn) kire qulika qamîş û danî ber rêya mûrîyan. Mûrî ji bo xwarina zeytê rahiştinê  ketin qulika qamîş.

Mihemedo  herdu alîyê qamîş xetimand û berê xwe da konê qereçîyan. Konê ku Fatê tê de star dibe raçav kir ku bû şev Fatê raza, Mihemedo kêleka kon vekir, serê qamîş kir bin delinga derpîyê Fatê. Di alîyê din re pif qula qamîş kir, hemû mûrî bi pifê re ketin nava derpîyê Fatê. Ku mûrî lebat kirin xurîn bi nav şeqê Fatê ket.

Fatê bi şewata xurînê, derpîyê xwe derxist û avêt derva ku mûrî jê derkevin. Mihemedo derpîyê Fatê hilanî û zêrên wê dizî werhasil.

Rojekê gundîyê Mihemedo Evdo got: “ Tu destûr bidî ez jî dixwazim bi te re werim dizîyê, debara zarokan zehmete.

Mihemedo got: “ Erê were, emê îşev biçin hela çi dibe qismet.

Tarî ket erdê Miemedo û Evdo ji gund bi rê ketin. Li ser rêya wan çemek hebû, şalê xwe derxistin, ji çem derbas bûn. Mihemedo zivirî ser Evdo got: “ De ka hela sond bixwe, bêje bi quran ez ji vî çemî derbasî vî alî nebûme.

Evdo got: “ Wey ezê çawa sond bixwim, ma em ji çem derbas bûn malava .

Mihemedo jê re got: “ De bicehime here lo, bi te dizî nabe. Dizî hunerek e, her kes nikare bibe diz. “ Werhasilî kelam.

Bêbextî jî hunereke, her kesek nikare him pêşeroja Kurdan bifroşe û him jî bibêje “ Ez azadîya Kurdan bi dest dixim  “ !…

About The Author