Sotemenîya Gundîyan “Sergîn (Kêsek) û Tepik’’…..

Bi gelemperî jîyana gundîyan bi tebîetê û bi derfetan şikil girtîye. Gundîyên me jî ji bo ku  xwe ji sermayê biparêzin, dîsa ji qanûna dinyayê ji xwe re îcadek derxistine. Insanên alîyê rojhilatê bi taybetî bi karên xwedîkirina heywanan re mîjûl bûne. Bi gelemperî jî dewar xwedî kirine. Wekî, conege, mange, ga, bizin  û hwd. Him ji goştê heywanan, him ji herîyê wan û him jî ji şîrê wan feyde girtine. Helbet heywan jî tiştekî zindî ye. Wekî insanan heywan  jî  xwarin dixwe, digere, dikeve mexelê û pîsîyen xwe dike. Insanan ji her tiştê heywanan ji xwe re tiştekî bi feyde derxistine. Heta ji pîsîya heywanan yanî ji rêxê jî feyde girtîne. Gelo ev çawa dibe? Niha gelek insan dibêjin meriv ji pîsîya heywanan çawa feyde digre. Belê rast e,

Insan mexlûqatekî bêhempa ye. Belê ji pîsîya heywanan jî ji bo xwe feydeyek peyda kirîye. Bi gelemperî insanên ku li gundan dijîn di demsalên  zivistanê de bi vî karî re mijûl dibûn û van rêxan  bikar dianîn. Helbet her tişt girêdayê derfetê ye. Insanên demên berê nedixwestin ku  zirarekê bidin tebîetê. Lewra di nav tebîêtê de, di nav bax û bostan, dar û zevîyan de dijîyan. Ji ber vîya dar, jênekirine, daristan xera nekirine. Ji jêmayîyan feyde girtine. Mîsal piştî palayê qirş kom kirine û hwd.

Ji rêxên heywanan tiştekî nû îcat kirine. Gelo sergîn (kêsek) an tepik çawa hatîye holê? Hinek jî em qala vîya bikin. Berîya zivistanê yanî payizê, vî karî dest pê dikir. Pîsîya heywanên piçûk wisa dihat bikaranîn; Heywanan ji çêrandinê dianîn malê dikirin axûran. Helbet heywan pîsîya xwe li axûrê an li hewşên malan dikir. Gundîyan jî bin  gomê paqiş dikirin. Rêxên heywanan didan hevdû û kom dikirin. Li derveyê xanîyê li cîyekî dûr jê re cîyek çê dikirin û hemû rêx li wê derê kom dikirin. Bi carûtan dikşandin derve. Heya ku rêx hinek zêde dibû vê tevgerîyê dubare dikir. Piştî komkirinê, ka diavêtin ser rêxê û hinek li ber tavê zûwa dikirin. Piştî vê tetbîqê; av didan, bi lingan diketin ser rêxê, wekî hevîr mist didan û di bêjingan de şikildidan. Paşê li dîwarên hewşê dizeliqandin ku li ber tavê zûwa bibe. Ji vîya re digotin ‘Sergîn’ (kêsek). Zivistanê di sobeyan de wekî komirê an jî wekî êzingan dihat şewitandin. Li ber vîya insanan xwe germ dikirin. Carna jî di argûnan de dihat bikaranîn. Lê belê bêhna wî ji ber ku pir giran bû, bi gelemperî di sobeyan de dişewitandin.Heta demsela  havînan jî, ji bo kermêşan dişewitandin. Lewra li gundan kermêş zêde zêde dibûn, ji  bêhna rêxê mêş direvîyan. Helbet insanan jî li ber bêhna sergînê nikarîbûn bisekinin. Ji ber vê yekê sergîn ji xanîyan dûr dihat şewitandin. Xeynî sergînê, “Tepik’’ jî hebûn. Ev jî pîsîya dewaran e. Ferqa sergîn û tepikê jî hebû. Sergîn wekî ku min li jor jî qal kir, wekî hevîr dihat strandin. Lê Tepik ne wisa ye. Dema ku dewar pîsîya xwe ji xwe de dikir û gava hîn germ bû, rêxên ku heywanan kirine  bi carûtan dihat rakirin û bi eynî şiklê li ser diwarên hewşê  li ser keviran dihat raxistin û dihat zûwa kirin. Ew jî wisa dihat bikar anîn.

Di vê derê de lazim e meriv dîsa qala Jinan bike. Lewra Jinên egîd, bi feyde û bi jîr, li vê derê jî derdikevin ber çawan. Çima egîd e û çima bi feyde ye? Lewra ev karên ku me li jorê jî qal kirin bi temamî li ser milên jinan dimeşîya. Dîsa bi keda destê  wan sergîn û tepik derdiket holê û her kes xwe li ber vana germ dikir. Bi rastî peyameke girîng di vê derê de veşartîye. Yanî dîsa jinan bi hestên xwe yên germ jîyan geş kirine. Ji bo malbata xwe dîsa li meydanê ne û li  paş pişta  zilamên xwe sekinîne…

Nûçevan

About The Author