Osmanê me dixwaze bibe şaredarê Ruhayê, wey bavoooooooo!!

Brayê serokê Kurdên dinya û axretê xalê me Osman Ocalan, hevpeyvînek qerase daye rojnama Vatan a Tirkî û  nivîskarê wê Rûşen Çakir.

Osmanê me gelek tiştên rast û erênî gotine, rewşa îro, pêvajoya hevdîtinên dewletê û brayê xwe Ocalan nirxandiye û pê de çûye.

Lê lotika herî xweş û balkêş çiye hûn zanin gelî lotikvanan?

Osmanê me dixwaze bibe şaredarê bajarê Ruhayê!

Di xeyala siyasî ya xalê me Osman Ocalan de şaredarîya bajarê Ruhayê heye.

Dixwaze rewş û merc bên guhertin, derfeta vegerê jê re çêbibe û rojek ji rojan li bajarê Ruhayê bibe şaredar û „Beledîye Başqanî“.

Wey bavooooooo xalê Osman wey bavo!

Naxwe ewqas gundşewitandin, malwêranî, nefîbûn, girtin, êşkence, kujtina 50 hezar Kurd û hezar jehr û ziqûmên din, tev ji bo şaredarbûna bajarê Ruhayê bû ha?

Tu dixwazî bibî şaredarê bajarê xwe, bajarê Ruhayê ha?

Welle û bille û tille ev lotikek xweş e, lotikek erd û ezmanî ye.

Ê başe bavê min, me jî bi salan xizmeta we kir, ma tu li me jî nafikirî babam?

Tê bibî şaredar û em xwelîliserên din?

Ma mafê me jî tuneye em di şaredarîya te de bibin bekçî, bibin çaycî, bibin xizmetkarê devê derî yan jî paspascî qardaşim? Law hûn li ser xwîna me bûn çawîş û başçawîş wî, ma em ji Eyşika Ereb in?

Na xalê Osman na, tenê li xwe nefikirin qurban, hinekî li me rebenên xwedê, li me himalên vê dozê jî bifikirin baba…

 

Ruha

About The Author