Şerê li Serêkaniyê

Serêkaniyê bajarekî rojavayê Kurdistanê ye, ku li cem Ceylanpinarê ye. Şixwe navê Ceylanpinarê yê rastîn jî Serêkaniyê ye.

Yanî zaliman di navbera bajarekî Kurdan de sînor danîne, têl kişandine û ew kirine du bajar.

Niha Serêkaniyê di bin gulle û topan de ye. Hêzên li dijberî rejima Surî derketine holê, niha erîşî Serêkaniyê dikin.

Xuya ye ku ev şer ne di xêra tu kesî de ye. Ji bilî dewleta Tirkî…

Lewra Tirkî dixwaze her û her Kurdistan di nav şer û pevçûnan de be, xwîn ji Kurdistanê kêm nebe. Ji ber vê yekê berê hêzên dijberê Esad dide Serêkaniyê.

Ji 15ê mehê ta niha şer berdewam e… Bi dehan kes hatin kuştin. Li aliyekî YPG, li aliyê din hêzên dijberê Esad…

Di destê hêzên dijberî Esad de tu sebebên xuyayî tune ne, bê çima êrişî Serêkaniyê dikin. Bi tenê li gor çavkaniyekê ji ‘eşîra Temmo hinek kes hatine kuştin, ku ev ‘eşîr wek dijberê Esad tê nîşandan.

Lê belê ev bi tenê ji bona şerekî wiha giran û dirêj ne bes e.

Li ser vî şerî Sekreterê “Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” (PDPKS ) ragihand ku Tirkiye dixwaze dest deyne ser petrola Rojavayê Kurdistanê.

Her wek tê zanîn navçeya „Rimêlan“ ciyê petrolê ye û ji aliyê hinek analîstan ve wek Kerkûka rojavayê Kurdistan tê nîşandan.

Hemî aliyên Kurdên rojava nerazîbûna xwe a li hember vî şerî didin nîşandan. Sekreterê “Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)” Ebdûlhekîm Beşar jî di daxuyaniyeke xwe de bal kişande ser şerê li Serêkaniyê û wiha got: „Dewleta Tirkiyê roleke xirab dilîze û me daxwaz ji konsolê Tirkiyê yê li Hewlêrê kiriye dewleta Tirkiyê daxuyaniyekê derbarê şerê Serêkaniyê bide.”

Desteya Bilind A Kurd jî li hemberî şerê Rojavayê Kurdistanê derdikeve.

Li aliyekî din bi navê “Bazên Azadiya Kurdistanê” komek çekdar, ku girêdayî bi partiyên nêzîkî Barzaniyan ve ye, daxuyanî dan ku li gel YPG tevlî şer bûne.

Sebebê şerê Serêkaniyê çi be bila be, ne di xêra tu kesî de ye. Her çiqas li gor polîtîkayên Tirkî be jî, li aliyekî destê YPG bi qewet dike, li aliyê din hêzên dijberên Esad reş dike. Lewra dide nîşandan ku amanc ne Esad e. Heger amanc Esad be çi karê van hêzan li Serêkaniyê heye?

Her çiqas YPG rasterast li hemberî Esad şer nake jî, lê belê tank û teyareyên wan tune ne. Lê dema em dinêrin, hêzên dijberî Esad bi tankan êrişî Serêkaniyê dikin.

Ev rewşeke xirab e… Divê ev şer bisekine û hêzên çekdar berê xwe bidin Esad… Yan na niyeta wan çibe bila be, wê xerabiyeke mezin derkeve holê…

(bangaheq.net)

 

About The Author